Girtiyên jin li dijî îşkenceyê ketin greva birçîbûnê 2017-10-14 11:41:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Li zindana navendî ya bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê pênc jinên girtî ji bo zextên li zindanê û êrîşên peywirdarên wê şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê kirin. Li gorî nûçeke Tevna Mafê Mirov a Rojhilatê Kurdistanê, berî 3 rojan gardiyanên zindana navendî ya Urmiyê bi ser qawîşa jinan de girtiye û îşkence li jinan kirine. Li hember van binpêkirinên mafê mirovan pênc jinên girtî yên li vê zindanê ji duh ve ketine greva birçîbûnê.   Li gorî nûçeyê gardiyanan bi hinceta lêgerînê bi ser qawîşa jinan de girtiye û tiştên şexsî yên jinan tevlihev kirine. Girtiyên ku destûr nedane li kelûpelên wan ên şexsî were temaşekirin, bertek dane nîşan û li ser vê îşkence li jinan hatiye kirin û rastî çêran hatine.   Li hember vê îşkence û gotinên zayendî, 5 jinên girtî ji duh ve dest bi greva birçîbûnê kirine. Li gorî agahiyan jinên bi navê Araste Rencber, Mihebet Mihemedî, Zeyneb Sekawend, Nazdar Weten Xah û Nesret Elî Nejad ji duh ve di greva birçîbûnê de ne.   Hêjayî bi bîr xistinê ye ku girtiyê siyasî yê kurd Mihemed Nezerî li Zindana Recayî Şar a bajarê Kerec a Îranê ev 78 roj e bi daxwaza doza wî were destgirtin û lêkolîn were kirin, ketiye greva birçîbûnê û rewşa wî ya tenduristiyê jî gelek xerab e. Heya niha jî berpirsên Zindana Recayî Şar tu bersiv nedane daxwazên Nezerî.