Pexşan Ezîzî: 'Jin Jiyan Azadî' felsefeya jiyanê ye 2024-09-16 11:35:58 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Pexşan Ezîzî di nameya ku bi boneya duyemîn salvegera serhildana "Jin Jiyan Azadî" nivîsî de got: “Felsefeya Jin Jiyan Azadî, felsefeya jiyanê ye.”  Rojnamger Pexşan Ezîzî a li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birin û li Girtîgeha Evînê tê girtin. Ezîzî bi boneya salvegera duyemîn ya serhildana "Jin Jiyan Azadî" ku li Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir nameyek şand. Pexşan Ezîzî di nameya xwe de hemû kesên ku di serhildana "Jin Jiyan Azadî" de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û diyar kir ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane wê têkoşînê bilind bikin.   ‘SEDSALA 21'AN DÊ BIBE SEDSALA JINAN'    Pexşan Ezîzî bal kişand ser rola jinan a pêşeng di civakê de û destnîşan kir ku divê rola mêr di civakê de ji nû ve were pênasekirin û heta wekeheviya jin û mêr neyê pêkanîn, behskirina keyfxweşiyê xapandin e. Pexşan Ezîzî wiha got: “Guhertina zayendperestiya civakê, li dijî zeyendperestiya ku bûye amûra desthilatê têkoşînek exlaqî-polîtîk e.” Pexşan Ezîzî destnîşan kir ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan û naveroka vê şoreşê wê Jineolojî pêş bixe ku weke zanista jinan tê zanîn ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin.    ‘GEL DI AZADIYÊ DE BI ISRAR E'    Pexşan Ezîzî da zanîn ku ji nû ve guherîna sîstema heyî di şertên heyî de ji bo pêkanîna azadiyê têr nake û got: “Ji ber vê yekê divê sîstem bi têkoşînek bi hêz bi temamî were guherîn. Şoreşa jinan ne çalakiyek reformê ye, çelekiyek radîkal, teorîk û zanistî ye. Tevî şerê diqewime û pêvajoya aloz heye jî gel her tim di mijara azadiyê de bi israr e. Em weke jinan dema ku bûn xwedî aqil û zimanê hevbeş, dema me li dijî zextên zîhniyeta mêr, otorîteya navendî, li dijî zextên li ser îrade û jiyana xwe em têkoşiyan em ê bikaribin guherînên bi kok û berfireh bikin. Formula vê piştevanî û wekheviyê em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ ye, ya dûyem jî pêşxistina xweparastinê ye."    ‘JIN JIYAN AZADÎ FELSEFEYA JIYANÊ YE'    Pexşan Ezîzî destnîşan kir ku tune hesibandina jinan nêzîkatiyek îdeolojîk e û li dijî vê jî divê têkoşînek bi hêz ya îdeolojîk were meşandin û got: “Li ser zayendperestî, zanistî, olî û netewperestiyê jin û civak tê hedef girtin. Ji bo vê jî ger rexeneyên vê têgînê bi hêz neyê kirin wê xwezaya jin û nasnameya wê neyê nasîn. Bi têkoşîna ku jin dimeşînin jiyanek li ser bingehê ‘Jin Jiyan Azadî’ encax bi rexnegiriyek xurt a li dijî modernîteyê û van têgihan dikare bê avakirin. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ne felsefeya mirinê, felsefeya jiyanê ye. Jineolojî şoreşek zanistî ye ku ketiye meriyetê. Berdel çi dibe bila bibe divê destûr neyê dayîn ev felsefeya ku gel giringî dide wê û li dora wê kom bûye were berevajîkirin. Ji bo em xwîna şehîdên Şoraşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li erdê nehêlin, divê em civakekê ku malbata demokratîk ava dike, çanda xwe diparêze û xwedî hişmendiya şoreşê ye pêş bixin.”