Serokkomarê Îranê: ‘Polîsên exlaqê’ dê êdî jinan aciz nekin 2024-09-17 12:25:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pezeşkiyan anî ziman ku êdî “polîsên exlaqê” wê jinan di mijara girêdayîna laçikê de aciz nekin.    Mesûd Pezeşkiyan di civîna xwe ya yekem a çapemeniyê de ku di meha tîrmehê de di hilbijartina serokkomariyê de bi ser ket axivî û piştî ku rojnamevaneke jin got ku ji bo ji wesayîtên polîsan dûr bikeve rêya xwe diguherîne, pirsî ka polîs hê jî li kolanan e yan na. Pezeşkiyan li ser bersiva rojnamevana ku got polîs li kolanan e, wiha got: “Divê polîsên exlaqê tev li jinan nebin. Ji bo ku jinan aciz nekin ez ê rewşê bişopînim.”   BM: JIN DI BIN ZEXTÊ DE NE   Daxuyaniya Pezeşkiyan hefteyek piştî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) hat ku gotibû jinên li welat dema li dijî rêgezên cil û bergan ên hişk derdikevin tên cezakirin. Di rapora ku NY’yê hefteya borî aşkere kir de wiha hate gotin: “Rayedarên dewletê, ji bo jin û zarokên keç hîn bêhtir ji mafên xwe yên bingehîn bêpar bimînin, tedbîr û polîtîkayên zextdar berfireh kirine.”