7 kesên ku tecawizî jina astengdar kirin hatin girtin 2024-09-18 13:14:01   DENÎZLÎ - Li Denîzliyê di lêpirsîna têkildarî tecawizkirina jineke astengdar hate destpêkirin de 7 kes hatin girtin.    Hate diyarkirin ku li navçeya Saraykoy a Denîzliyê di 15’ê cotmehê de gelek mêran tecawizî jineke astengdar a 23 salî kiriye. Bûyer bi vegotina malbata jina ciwan derket holê. Malbatê serî li Midûriyeta Polîsan a Saraykoyê da û giliyê tecawizkaran kir. Di çarçoveya lêpirsîna hate destpêkirin de kamerayên ewlehiy3e yên li herêma ku bûyer lê pêk hatî hatin lêkolînkirin û faîl hatin tespîtkirin. Li ser vê yekê 9 kes hatin binçavkirin.    Faîlên ku îfadeyên wan ên midûriyeta polîsan hatin wergirtin, sewqî Edliyeya Saraykoyê hatin kirin. Faîlên ku îfadeyên wan li dozgeriyê hatin wergirtin, ji ber sûcê “îstîsmara zayendî” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê derbarê 7 kesan de biryara girtinê da û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.