Ji bo serkeftina HDP'ê bi şev û roj di xebite 2018-06-02 09:01:59 WAN - Hanim Akkûş ku ji bo HDP'ê di nav xebatên hilbijartinê de cih digire, ji dêvla ku li malê li zarokên xwe binere, birêvebirina xebatên hilbijartinê tercîh dike. Akkûş, destnîşan kir ku zarokên wê gotiye "dayê neçe", lê ew ji bo pêşeroja hemû zarokan di nav xebatan de cih girtiye.  Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Tûşbayê Hanim Akkûş, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê, bi rojan e zarokên xwe nabîne. Akkûş ku di nav komîsyona hilbijartinê ya jina ya Tûşbayê de cih digire, serê şeveqê zû li avahiya navçeyê dest bi xebatên hilbijartinê dike. Dayika 5 zarokan Akkûş bi şev û biroj xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi rê ve dibe û derengê şevê vedigere malê. Ji roja ku biryara hilbijartinê hatiye dayîn Akkûş bê navber dixebite.    MAL BI MA DIGERE    Akkûş, tevî jinên li taxê kuçe bi kuçe digere û belavokan belav dike. Akkûş, baş hay ji atmosfera navçeyê ya ji bo hilbijartinê jî heye. Akkûş, di dema xebatên hilbijartinê de li deriyê herkesî dide û bi wan re sohbet dike. Akkûş, hetan danê nîvro li 50 malî digere û paşê di navbera nîvro de serdana du zarokên xwe yên 3 û 5 salî dike û paşê dîsa wan datîne cem xizmên xwe û xebatên xwe didomîne.    Her wiha Akkûş bi vê xebata xwe ew qalibê jina "edetî" jî têk dibe. Ji dêvla ku li malê li zarokên xwe binere, ji bo HDP di hilbijartinê de bi ser bikeve dixebite û tenê di dema navbera xebatê de zarokên xwe dibîne. Akkûş, diyar kir ku dema di navberê de diçe cem zarokên xwe, zarokên wê dibêjin "Dayê neçe", lê belê dîsa jî ew diçe û tev li xebatan dibe.    ‘JI BO ZAROKÊN ME DIXEBITIM'    Akkûş, anî ziman her ku ew zarokên xwe dibîne tevde hestiyar dibin. Akkûş, destnîşan kir ku hefteyeke wê zarokên xwe nedîtine. Akkûş got: "Ez li taxeke din rûdinêm. Lê gorima min ku min zarokên xwe danîne cem wê, li vê taxê rûdinê. Loma pir bêriya min kirine. keça min 3 salî ye. Bêyî min îdare nake. Xwe davêje stuyê min û bernade. Ez keça xwe ya 3 salî û kurê xwe yê 5 salî datînim cem gorima xwe. Dê heta hilbijartinê li wir bin. Her wiha li malê jî 3 zarokên min ên xwendekar hene. Serê sibehê berî ku derkevim, wan amade dikim û dişînim dibistanê. Heta diçim malê, wan xwarina xwe çêkiriye û dest bi spartekên xwe kirine jî. Dizanim, hem ji bo min hem jî ji bo zarokên min zehmet e. Lê dema ew mezin bibin dê min baştir fêm bikin. Ev hilbijartin ji bo me pir girîng e û dema ez bi keça xwe ya biçûk re diaxivim behs dikim. A rastî tu tişt ji bo xebatê li pêş mirovan ne asteng e. Tenê em hinekî li ber xwe bidin. Barekî giran li ser milê me ye. Wisa difikirim divê em jin ji bo pêşeroja zarokan bixebitin."    MA / Nimet Olmez