Jina ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand: Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye 2018-06-02 12:07:19   DÎLOK - Nesrîn Tuncel a ji ber ku di rêza 9’emîn a namzetiya parlamenteriya CHP’a Dîlokê de cih girt, ji namzetiya CHP’ê xwe vekişand, diyar kir ku sozên ‘Wezareta Jinan’ a partiyê ji bo wan îronî dihat û got: “Di mijara jinê de teorî û pratîka CHP'ê ji hev nagirin. Temsîliyeta wekhev tenê di HDP’ê de heye.”   Seroka Bajêr a CHP’ê ya berê Nesrîn Tuncel a ji ber ku di destpêka lîsteya namzetên parlamenteran de jin tunebûn û di rêza 9’emîn a namzetiya parlamenteriya Partiya Gelan a Komarê (CHP) a Dîlokê de cih girt, bertek nîşan da û îstîfa kir, diyar kir ku ji bo ku partî cih nade jinan û tim jinan paşde dihêlin îstîfa kir. Tuncel, anî ziman ku CHP’ê di danezana hilbijartinê de soz da bû ku Wezareta Jinan ava bike û wiha axivî: “Lê CHP di mijara jinê de bi xwe re dikeve nava nakokiyan. CHP’a ku mafê hilbijartin dide jinan, di lîsteya xwe de pir hindik cih dide jinan. Ev nayê qebûl kirin. Şoreşa ku bê jinan nabe, desthilatdariya bê jinan jî ne mimkûne.”   TEKANE MÎNAK HDP YE   Tuncel, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Partiya ku jin bi awayekê wekhev di rêveberiyên partiyê û lîsteyên parlamenteriyê de cih digirin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ye. Tekane mîna temsîliyeta wekheve tenê di HDP’ê de heye. HDP di siyaset û hemû qadên heyî de bi awayekê wekhev cih dide jin û zilaman.”