Li Merîvanê 2 jin bi guman mirin 2018-06-06 12:51:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Merivanê Ameneh Saidi û Feride Saidi bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.    Li bajarê Merivanê yê Rojhilatê Kurdistanê Ameneh Saidi û Feride Saidi bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Hat îdîakirin ku întîhar kirine. Her du jinên bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane seyyartî dikirin.  Nehat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kiriya yan na. Rêxistinên mafên mirovan da zanîn ku li Îranê ji meha Adarê heta niha mirinên gumanbar ên jinan zêde bûne.