Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’ 2025-01-29 14:30:44   ŞIRNEX - GABB’ê perwerdeya “Zayenda civakî” da xebatkarên Şaredariya Cizîrê.    Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrrojilatê Anatoliyayê (GABB) û Yekîneya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Cizîr a Şirnexê perwerwedeya “Zayenda civakî” dan xebatkarên Şaredariya Cizîrê. Perwerde ji 2 rûniştinan pêk hat, li eywana konferansan a şaredariyê hat dayin û gelek xebatkarên şaredariyê tev li bûn.    Di rûniştina ewil de li ser newekheviya zayendê de perwerde hate dayin û di rûniştina duyemîn de jî di mijarên weke “Karûbarên sexbêra malbatê û hebûna wê didomînin”, “Karûbarên domdariya têkiliyên civakî pêk tînin” û “Hilberandina jinûve” perwerde hate dayin û nîqaş li ser hatin kirin.