Xwestin ji giliyê vegerînin 2018-07-29 09:04:30   MANÎSA – Li Manîsayê jina bi navê A.K. ku 13 salên zewicandiye û 2 zarokên wê hene, ji ber tundiya hevsera xwe ya li dijî xwe çû qereqolê û hevserê xwe gilî kir. A.K. diyar kir ku li qereqolê polîsan jê xwestiye ku ji giliya xwe vegere.    Li Manîsayê jina bi navê A.K. ku 13 salên zewicandiye, ji aliyê hevserê xwe H.K. ve rastî tundiya fizîkî û derûnî tê. A.K. di salên xwe yên destpêkê yên zewacê de rastî tundiya derûnî ya hevserê xwe tê û ji bo derketina ji malê jî neçar dimîne ku ji hevserê xwe destûrê bixwaze. A.K li gel ku ji aliyê hevserê xwe ve gelek caran tê xapandin jî ji bo zarokên xwe dev jê hevserê xwe bernade û zewaca xwe didomîne. A.K. ku li malê ji destê hevserê xwe aramî nabîne, li fabrîqeya ku lê dixebite jî bi nexweşiya astim sarkoîdozê dikeve û bi 21 hevalên xwe re ji kar tê derxistin.   KEÇA WÊ LI NEXWEŞXANEYÊ HAT TACÎZKIRIN   A.K. li gel ku ji bo carake din vegere karê xwe bi hevalên xwe re gelek têdikoşe jî bi sernakeve û neçar dimîne dest bi karê paqişiya malan dike. Hevserê wê H.K. jî ji ber ku pirsgirêkên derûnî dijî beriya salekê li nexweşxaneyekê nêzî salekî tê tedawîkirin. Keça A.K. a 12 salî ku li nexweşxaneyê li bavê dinêre, ki aliyê xebatkarê qantina nexweşxaneya ve tê tacîzkirin. Ji ber vê yekê doz li xebatkar hat vekirin û 18 sal ceza li hat birîn.   ‘XWEST BIKUJE’   A.K. da zanîn ku rojek dema bi hevserê xwe re nîqaş kiriye, hevserê wê êrîşê kurê wê kiriye û got ku kurê xwe bi zor ji nav lepên hevserê xwe rizgar dike. A.K. anî ziman ku her çiye derûniya hevserê wê xerab bûye û hê bêtir êrîşê wî kiriye û wiha pê de çû: “H.K. di ferqa her tiştî de bû, lê ji bo meşrûkirina tundiya li ser min nexweşiya xwe dikir bahane. Rojek min zarokên xwe girt û çûm cem dayika xwe. Piştî ku em 8 mehan ji hev cuda jiyan li ser saxwazên malbatan em careke din gihîştin hev. Lê wekî berê dîsa jî tundiyê li min kir. Heta rojek xwest min bi tule bikuje. Ji ber tundiyên li ser min hê jî di laşê min de birîn hene.”   A.K. got ku herî dawî hevserê wê roja 18’ê tîrmehê bi hinceta xwarina ku çêkiriye êrîşê wê kiriye û ev tişt anîn ziman: “Min û zarokên min ji malê qewirand. Paşê ji bo ku kurê min ji min bigire hate cem min. Li kuçeyê qîr kir û got ku dê xesar bide zarokên min.”   POLÎSAN XWEST EZ JI GILIYA XWE VEGERIM   A.K. destnîşan kir ku li ser vê yekê çûye qereqola polîsan û hevserê xwe gilî kiriye û wiha domand: “Polîsan li qereqolê jê min xwest ez ji giliya xwe vegerim û hevserê xwe gilî nekim. Roja din polîsan rapora derbkirinê ji min xwestin. Min raporê girt û çûm qereqolê. Polîs li qeydan nêrî û ji min re got ku te îfade nedaye. Li ser vê yekê min kopiya îfadeya xwe polîs. Li nimreya dosyayê nêrî vê carê jî got ku ev dosya wek dosya amûrên windayî tê dîtin. Ez hatim derbkirin lê ji aliyê polîsan ve wek amûrên windayî hatim qeydkirin. Heke ez neçûma qereqolê dê dosya min bihata jibîrkirin û biçûna.”   ‘ÊDÎ BES E’   Li ser van tiştên ku tên serê wê A.K. biryara berdana hevserê xwe dide û bi 2 zarokên xwe re dixwaze jiyana nû ji xwe re biafirîne. A.K. niha jî ji bo piştgiriya jinên wekî wê rastî tundiyê tên bike, di saziyên jinan de dixebite û herî dawî ev tişt got: “Ez ji tiştekî natirsim. Rasthatina jinê ya tundiyê ne suc e, aciziya zilaman e. Divê tu tundî bê ceza neyê hiştin. Divê êdî polîtîkaya bêcezahiştinê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê divê gelo hê çend jin bên qetilkirin. Êdî bes e.”