TJA: Bi pêşengtiya jinê emê xeta têkoşînê bihûnin 2018-07-29 09:52:56   AMED - Aktîvîsta TJA Mekiye Ormanci, pergala Hikûmeta Serokkomariyê, qanûna OHAL’ê ya di Meclîsê hat qebûlkirin û peywirên ji bo walîtiyan hatin dayîn nirxand û got: “Dibin şert û mercên rewşa awarte de dê li herêmê OHAL’ê bidin jiyîn.”   Piştî Rewşa Awarte (OHAL) hat  kirin, pêşniyara qanûna sererastkirinê ya piştî OHAL’ê di Desteya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin. Li gorî vê yekê peywirên berfeh ji bo walîtiyan hat dayîn. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Mekiye Ormanci, pergala Hikûmeta Serokkomariyê, qanûna OHAL’ê ya di Meclîsê hat qebûlkirin û peywirên ji bo walîtiyan hatin dayîn nirxand.   ‘TIRKIYE PÊVAJOYEK BI ÊŞ DIJÎ’   Ormancı, diyar kir ku kirînên pergala nû ya yekemîn daîmî kirina OHAL’ê bû û wiha axivî: “Armanca dikin ku hebûn hikûmetê li ser walîtiyan berdewam bikin. Weke ku tê zanîn li Rojhilata Navîn dengeyên heyîn bi lez tên guhertin û pêdivî heye ku Tirkiye jî demildest biguhere. Niha li Tirkiyeyê guhertin bi aliyek pir cûda ve çû. Tirkiye pêvajoyek bi êş dijî. Em nikarin behsa pergalek erênî ya li gorî raza civakê bikin. Ji xwe kirînên wan li holê ye. Modela Tirkiyeyê ya ku bi kesan hatî teşegirtin, li pêşberî me ye.”   ‘DÊ MAFÊ GELAN PIŞTGUH BIKIN’    Ormanci, da zanîn ku naveroka vê pergalê valeye û wiha got: “Li herêmê rewşa awarte tê jiyîn û li gorî keyfa desthilatdariyê tê guhertin. Em nikarin behsa pergaleke ku li gorî qanûn û hiqûqê tedgere bikin. Pirsgirêkên 40 salin li vê herêmê tên jiyîn li holêne. Di serdema nû de, dê pêkanînên ji OHAL’ê xerabtir bên jiyîn. Dê bi tu awayî mafê jin, ciwan û civakê berçavan re derbas nekin.”   ‘DÊ HEWL BIDIN ÊRÎŞÎ TÊKOŞÎNA JINAN BIKIN’    Ormanci, bal kişand ser peywirên di serdema  nû de ji bo walîtiyan hatin dayîn û wiha bilêv kir: “Dê bi pêkanînên cuda êrîşî têkoşîna jinan bikin. Ji bo hemû qezencên jinan ji destên wan bigirin, dê zextan berdewam bikin. Ev nêzîkatiyên faşîzmê ne. Aliyên wê yên bên qebûlkirin tuneye.”   ‘BI PÊŞENGTIYA JINÊ DÊ XETA TÊKOŞÎNA JINÊ BIHÛN IN’    Ormanci, dest nîşan kir ku weke jinên Kurd dê bi her awayî têkoşîna xwe berdewam bikin û wiha rêz kir: “Qadên azad wisan bi erzanî men bi dest nexistin. Me bedelên pir giran dan. Emê wisan erzan jî dev ji qadên me qezenc kirin bernedin. Dibe ku zor be, lê em dikarin bi wan gav paşve bidin avêtin. Emê kolan û koçeyan terk nekin û heya dawiya emê li ber xwe bidin.”   Ormanci, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pergala Hikûmeta Serokkomariyê ji aliyê civakê ve nayê qebûl kirin. Ji bo em vê pergalê berteref bikin, emê di serdema nû de bi pêşengtiya jinan xeta têkoşînê bihûnin.”   MA / Ozgur Paksoy