TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve 2017-10-21 18:13:19 WAN - TJA, li Wanê panela "Em dê kuştina jinan rawestînin, jiyanê azad bikin" pêk anîn. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku kengî deriyê Îmraliyê tê vekirin bêhna gel derdikeve.  Tevgera Jinên Azad (TJA), bi silogana "Tecrîd dê winda bike azadî dê bi ber bikeve" û "Em dê komkujiya jinan rawestinin, jiyanê azad bikin" panel pêk anî. Aktîstên TJA'yê li avahiya HDP'ê ya Tuşba panel pêk anî. Di panelê de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedia Ozgokçe Ertan, endamên MYK'êya HDP'ê Semra Demir,  hîndekar Elif Gemîcîoglu, endam û rêveberên HDP, DBP û gelek kesên din tev li panelê bûn.    Parlamenter Bedia Ozgokçe Ertan, bal kişand ser tenduristî û rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Ocalan nezîkatiya li hemberî gelê kurd e. Ertan, anî ziman ku Ocalan 18 salin li Îmraliye tê girtin û kengî deriyê Îmraliyê vebûye bêhna gel hatiye ber û nefes stendiye û wiha got: "Di hevdîtina herî dawî de Birêz Abdullah Ocalan got ger ku projeyên dewletê hebe dê di 6 mehan de pirsgirêkê çareser bike, lê bersîva vê yekê bû tecrîda girankirî.    Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.