Jinên karker ên çandiniyê: Her tişt zem bû, tenê heqê keda me zêde nebû 2018-09-24 09:18:07 MANÎSA - Li Navçeya Saruhan a Manîsayê Jinên karker ên çandiniyê ku di nava zeviyan de kar dikin, bi keda zêde û heqê kêm kar dikin. Jinan diyar kirin ku ji hemû mafê xwe yê karkeran dûr in û her tişt zem dibe, lê heqê keda wan zêde nabe. Jinan anîn ziman ku êdî rewşa wan karê nanozikê jî derbas kiriye.  Li navçeya Saruhan a Manisayê jinên karker ên li nava zeviyan kar dikin, li dijî şert û mercên kar bi bertek in. Jin, li gorî mêran hem zêde dixebitin û hem jî heqê kêmtir distînin. Jinên ku di nava zeviyan de karên demsalî dikin hem bal kişandin ser şertên kar û hem jî bal kişandin ser rewşa aboriyê. Jinan diyar kirin ku ji rojhilat heta rojava devê wan di axê de ye û êdî nikarin bi nanozikê jî kar bikin. Jinan da zanîn rojê 14 saetan di nava zeviyan de kar dikin û dema tên malê  jî vê carê karê malê dikin. Jinan da zanîn ku tenê rojê 50 TL dikarin bistînin û ewlehiya wan a kar tune ye.    BI METERAN AVÊ JI MIZGEFTÊ TEMÎN DIKIN   Jinên karê zeviyan dikin ji hemû mafê xwe yê civakî, tenduristî û kar dûr in û di şertên xerab de dijîn. Jin dema tên malê vê carê dest bi kar dikin û li aliyekî xwarinê amade dikin û li aliyê din karê paqijî û şuştinê dikin. Jin ava vexarin û şuştinê ji Mizgefta Saruhanli bi metereyan temîn dikin, Ji ber ku di konan de dijîn mutbexên wan jî ne bi tenduristi û ewle ye.    'KEDA ME DIXWIN'   DAyika 6 zarokan Songul Keçer, diyar kir ku ji temenê biçûk heta niha karê çandiniyê dike û wiha got: "Hevserê min jî karkerê çandiniyê ye. Ji ber kira xaniyan buha ye, em di konan de dijîn. Dema hewa germ dibe em tên li Manîsa karên zeviyan dikin. Em 6 mehan li vir di nava zeviyan de kar dikin, 6 mehan jî li mala xwe ne. Ger ku em li vir kar nekin em nikarin debara xwe bikin. Em dê di Cotmehê de biçin Pirsûsê. Li vir dema ba û bahoz radibe em di nava toz û bahozê de dimînin. Karê me pir zor e. Li vir karê me pir zor û zahmet e. Em neçarin vî karî bikin. Keda me tê xwarin. Neheqî li me tê kirin."    AVA VEXARINÊ JÎ TUNE YE   Keçer, da zanîn ku bê ewle û bê sîgorta kar dikin û dema nexweş bin jî disa neçra dimînin kar bikin û wiha lê zêde kir: "Dem nexweş an ne nexweş em neçarin kar bikin. Em êvaran tên malê. Vê carê em dest bi xwarin, şuştina li malê dikin. Em gelek diwestin. Ji ber kişandina avê pir zahmet e, em nikarin her roj serê xwe bişon. Ava me ya vexwarinê jî tune ye. Herî zêde krîza aborî bandorê li ser me dike. Êdî hilberîn rawestiya ye. Her tişt zem dibe, lê heqê me zem nabe. Li aliyekî her tişt ji sedî 100 zem bû, lê heqê me hêj 50 TL  ye. Em 4 malbat li vir di şertê heri giran de kar dikin. 17 mezin û 6 biçûk di konekî de dijîn.    'EM JIN LI VIR DI NAVA TOZÊ DE TÊKOŞÎNA HEBÛNÊ DIDIN'   Dayika 65 salî Vahide Çetin jî heman tişt anî ziman û destnîşan kir ku ew jin di nava toz û şertê kiran dêkoşîna hebûnê didin. Çetin da zanîn ku li dijî nexweşî, xirêjî û şertên zahmet têdikoşin û wiha got: "Li Tirkiye aborî xera dibe. Krîz kûr dibe. Kar nebîne em jî dê betal bimînin. Em û zarokên xwe ji Rihayê hatine û li vir rojê bi 50 TL kar dikin. Em pirsgirêka debarê dijîn.    MA / Ruken Demîr – Ayşe Surme