Nivîskar Dînç: Ger jin binivîsin, dê dîrokekê jinê ava bikin 2018-09-28 10:15:30 AMED - Nivîskar Sevîn Korkmaz Dînç, diyar kir ku jin bê dîrokin, ji ber vê divê hemû jiyana xwe qeyd bikin û got: "Ger jin jiyana xwe binivîsîn û ramanên xwe derbixin holê, dê karibin dîrokeke jinan ava bikin.” Nivîskar Sevîm Korkmaz Dînç, diyar kir ku fedekartiya jinê, nahêle ku jin jiyana xwe binivîsin û wiha axivî: “Ji ber vê yekê dîroka jinan tuneye. Jina ku jiyanê ava dike û nirx ji bo keda wê nayê dayîn, ger binivîsîne dê rastiya xwe bibîne û bi vê yekê keyf xweş bibe. Ji ber êrîş û zextên li ser jinan, jin nikarin binivîsin. Li ser jinan zextên pir cuda hene. Mixabin em di civakek demokratîk de najîn. Em hemû rastî zextan tên. Qaşû OHAL rakirin, lê bi KHK’an gelek biryarên cuda kirin qanûnî. Ev biryar li pêşiya azadiya raman û îfadeyê astengin. Nivîsandin û tiştek avakirin, bi mejiyekê azad re pêkane. Dîsan jin di warê aboriyê de ne serbixwene. Necarin pereyan ji bav, bira û hevjînên xwe bigirin. Ji ber ku ne azadin, xeteriyan nadin ber çavan.  Jin divê li ser lingên xwe rawestin. Lê ji ber ku vê nade ber çavên xwe, nikare jiyana xwe jî binivîsîne.”    ‘TECRÛBEYÊN ME HENE’   Dînç, da zanîn ku yên ku jiyana ava dikin jin in û wiha bilêv kir: “Lê dinava civakê de nirx ji bo keda jinê nayê dayîn. Pratîk û tecrûbeyên me yên jiyanê hene. Jin dibin her şert û mercî de neçare qirêjiyên xwe paqij bike. Heya ku jin nenivîsin emê van tecrûbeyên xwe winda bikin. Jin fedekariyên pir mezin dikin. Lê ji ber ku dinava civakê de pereyan nayîne malê, bê nirx hatiye hiştin. Pergal îro ji ber ku girîngiyê dide pere, mirov çiqasê pere bînin ewqasê bi nirxin.”    'JI BER KU DÎROKA JINAN TUNEYE, EW JÎ TUNE NE’   Dînç, anî ziman ku ji ber dîrokeke jinan tuneye, kes nirxê nade jiyana wan jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin bedelên pir mezin didin û hemû bedelan jî bi dildarî dide. Ger jin jiyana xwe binivîsin û ramanên xwe derbixin holê wê demê dibe ku karibin dîroka xwe ava bikin. Dîroka me tuneye û em bê dîrokin. Çawan ku kole, civakên koçber û gelên bindest tune tên dîtin, em jin jî rastî heman nêzîkatî û hişmendiyan tên. Em tune ne, em nayên dîtin. Mîna fîzîk û beden em hene, lê raman û dîroka me tuneye. Ji ber vê yekê  nivîsandina jinan pir girînge.”