Hevserokên mafên wan hatin xwarin: Em ê xurttir vegerin 2017-10-29 09:49:36 AMED - Hevşaredarên DBP'î yên Qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û ji kar hatin dûrxistin, bal kişandin ser talankirin û wêrankirina qeyûman û wiha gotin: "Bi taybetî xwestin jin xizmeta mêr bike. Em dê li dijî feraseta jina kole ku tê ferzkirin, hişmendiya jina azad bêtir xurt bikin û mezin bikin.  Salek di ser tayînkirina qeyûmên Şaredarên HDP û DBP’ê yên Amedê re derbas bû. Qeyûmên Şaredariyên Amedê di salekê de zedetir saziyên jinên kurdan girtin û jin kirin hedef. Di yekemîn sala qeyûman de Rêveberiyên Herêmî der barê şaredariyên Qeyûman de komxebat pêk anîn. Di komxebatê de qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin xebatek çawa pêş xistine, polîtîk û planên wan ên li ser jinan çine niqaş kirin. Hevşaredarên ku mafê wan ji destê wan hatin girtin û li şûna wan qeyûm hatin tayîn kirin diyar kirin ku dê ji niha û şûnde xurttir vegerin û dê bersîvek hîn xurt bidin qeyûman û pergalê.    ‘MIN BE HEVSEROKATIYÊ DEST BI XEBATÊ KIR   Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren, diyar kir ku bi pergala hevserokatiyê hat ser kar û wiha got: "Me bi pergala hevserokatiyê hişmendiya yekperest a îktîdarê xera kir û li şûna wê pergala demokratîk û nûjen ava kir. Piştî me proje avakirin venêrtin zêde kirin. Ji bo em pênûsekê bistînin jî mufetîş dihatin venêrtin dikirin. Hemû xebatên me di bin zextên derûniyê de bûn. Lê tevî hemû tundiya derûnî jî me xebatên xwe bê kêmasî û li gorî heq û hiqûqê pêş xist.    Uren, anî ziman ku wan hewl da bi rengê jinê şaredariyê pêş bixin û wiha got: "Di şaredariya jin de armanc û îdîaya me mezin in. Ji niha û şûnde îdîayên me dê mezintir bin. Qeyûm hat berî her tiştî saziyên jinan girt. Niha polîtîka û perwerdehiya koletî û qulamtiyê pêş dixe. Ji bo bêtir jin bibe qulama zilam polîtîkayê pêş dixe."    'LI DIJÎ JINA AZAD JINA KOLE PÊŞ DIXIN'   Uren, anî ziman ku qeyûm berî her tiştî dixwaze li dijî pergala hevserokatiya pergala koletiyê ava bike û wiha got: "Îktîdar di serî de dixwaze jinê ji nava siyasetê dûr bixe û piştre dixwaze ji hemû qadên jiyanê dûr bixe. Li gelek cihan dîrok û çanda me têk dibe û dixwaze li şûna wê çanda xwe ya koletiyê ava bike. Dixwaze li şûna jina azad, ruhê kole ava bike."    Uren, destnişan kir ku yek ji xebatên qeyûmê li kolan xuya dibe û wiha got: "Kolanên ku me berê bi awayekî nûjen ava kiribûn tevan xera dike. Li şûna kevirên me kevirê xwe datîne. Bi vî rengî hemû şaredariyan dixe bin deynan. Li ser esasê talankirin û diziyê hatiye avakirin. Şaredarî bûye cihê polîs û cendirmeyan. Êdî gel nikare biçe şaredariyan ziyaret bike."    Uren, anî ziman ku dibe qeyûm tayînî şûna wan hatibe kirin, lê têkoşîn û xebatên wan berdewam dike û ew dê ji her demê bi hêztir û xirttir vegerin. Uren, bilêv kir ku ew her dem di nava gelê xwe de têkoşîna xwe berdewam dikin û dê dîrok nîşan bide ku her dem yên zordar têk diçin."     Hevşaredara DBP’î ya Tilqebînê Rabia Tekas jî anî ziman ku wan şaredariya gel dikir û wiha got: "Qeyûm li dijî şaredariya gel hatin îlankirin. Pergala ku bi riya hilbijartinê nekaribû bibe hêz, bi zorê dixwaze hêza xwe nîşan bide. Bi zorê şaredarî ji destê me derxistin. Dixwazin jiyanê li gel bikin zindan. Her dem gel mexdûr dikin. Feraseta ku her dem gel bike mehkûmê xwe, nikare di şaredariyê de bi ser bikeve."    'EM DÊ XURTTIR VEGERIN'   Tekas, destnîşan kir ku dawiya dawî dê şaredariya gel bi ser bikeve wiha got: "Ji ber ku şaredariya jinê pêş ket û nûnertiya jinê di pergala hevserokatiyê de pêş ket bi zora pergalê çû. Ji ber vê yekê dixwaze jinê di malê de hepis bike. Dê li dijî vê yekê têkoşîn û vegera me bêtir xurt be."