Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef: Sedefkarî paşve diçe 2018-12-17 09:20:23 DÎLOK - Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef Nûrgul Turkmen, diyar kir ku her roja diçe sedefkarî paşve diçe û got: “Ji ber kriza aborî malzeme pir giran bûne. Em hewl didin li ser piyan bimînin.” Li Dîlokê tekane jina hostaya sedef Nûrgul Turkmen a 42 salî, 8 salin li dikana xwe, hem karê sedef dike û hem jî berhemên çêdike difiroşe. Turkmen a piştî perwerdeya 4 mehan, dikanekê vedike, anî ziman ku gelek pîşman bûye ku dereng dest bi sedefkariyê kiriye û wiha axivî: “Xwezî min berî 8 salan, an jî berî 20 salan dest vî karî kiribûya. Bi heskirin vê karî dikim. Lê bi krîza aborî re, atolyeyên ev kar dikirin, yek bi yek deriyê xwe girtin.”   ‘MIN HÊZA JINÊ NÎŞAN DA’   Turkmen, diyar kir ku weke jinekê ew tenê di sekroa sedefkariyê de dixebite û wiha got: “Ji ber  ku ez jinek tenême, xwe tenê dibînin. Xwezî hemû xwediyên dikanên cîranên min jin bûna. Min îlham ji hevjînê xwe girt. Ji ber ku ciheke karê min bi xwe heye, pir keyf xweşim. Li Dîlokê weke jin tenê ez vî karî dikim. Dem amin dest kar kir, min gelek hewldan nîşan da. Nêzîkatiya dinava civakê de ya ‘Jin nikarin bikin’ min qet ji xwe re nekir xem. Dema min dest kar kir ji min re gotin ‘Nûrgul encex 2-3 heftan li ber xwe bide.’ Lê min bi kar û xebata xwe bersiva herî mezin da wan. Di heman demê de min hêza jinê nîşanî da. Pir zêde muşteriyên min ên jin hene.”    ‘SEDEFKARÎ KÊM DIBE’   Turkmen, da zanîn ku divê hosteyên nû di vê sektorê de bên pêşxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em nikarin hostayên nû ji bo vê sektorê bigihînin. Her roja diçe sedefkarî paşve diçe. Dewlet nabe alîkar. Mirovên ku vî karî dikin, ji ber ku nikarin debara xwe bikin, dest jê ber didin. 3 kurên min hene. Wan jî ev kar dikir. Lê ji ber ku tu qezenca wan nebû, dest ji vî karî berdan. Niha di fabriqeyê de dixebitin. Ji bo ku em vê hunerê bidin jiyîn, em li ber xwe didin.”