Keyaya jin a Pulumuriyeyê: Divê jin di hemû merhaleyên rêveberiya herêmî de cih bigirin 2018-12-26 09:18:51 DERSIM – Li Tirkiyeyê ji 50 hezar û 292 keyayan tenê 674 jê jin in. Yek ji van keyayan jî keyaya ewil a navçeya Pulumiriyeyê Perîhan Pekîn e. Wê Pekîn ji bo hilbjartina herêmî ya 31'ê Adarê dîsa bibe namzet. Pekîn, diyar kir ku keyayên jin ji bo hilbijartinên nû wêrekiyê li gelek namzetên jin peyda dikin û divê jin di hemû merhaleyên rêveberiyên herêmî de cih bigirin.  Li Tirkiyeyê tevî partiyên siyasî, li tax û gundan jî gelek kes ji bo keyatiyê amadekariyên xwe yên hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an dikin. Li gorî daneyên Komeleya Keyayên Tirkiyeyê 31 hezar û 963 jê tax û 18 hezar û 329 gund jî gund bi giştî 50 hezar û 292 keya hene. Ji van keyayan tenê 674 jê jin in. Yek ji van keyayên jin jî keyaya ewil a gundê Akdîk ê navçeya Pulumiriyeya Dersimê Perîhan Pekîn (49) e. Wexta Pekîn bû keya pirsgsirêkên di warê ceryan, av û rê de yên gund hel kirin û niha hewl dide di hilbijartina herêmî ya 2019'an de careke din bibe namzet.    Pekîn, anî ziman ku di sala 2014'an de xizmên wan jê xwestiye ji bo keyatiyê bibe namzet û got: "Ev pêşniyaz ket serê min. Paşê min ji xwe re got çima nebe. Ma çî min ji zilaman kêm e. Her tişt ji destê min tê û min serî lê da."    Pekîn, anî ziman ku wexta di 2014'an de ew bûye namzet gelek kesan gotiye "Çawa çêdibe wê jinek bibe keyaya gund? Wê çawa bikaribe bike? Nikare. Em naxwazin" û got: "Lê belê min guh neda van tiştan û bi keyatiya xwe bûm bersiva herî mezin."    ‘DIVÊ EM DI HEMÛ MERHALEYÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE CIH BIGIRIN'    Pekîn got: "Her wiha divê jin tenê ne ji bo keyatiyê, di hemû qadan de serkeftî ne. Jin dikare giha jî bidirû, dikare parlementerî, şaredariyê û dikare keyatiyê jî bike. Em li hemû qadên jiyanê ne. Tenê bila jin bixwazin, bila xwe nedin eciqandin. Her ku em bêdeng dibin, em tên paşguhkirin. Ev jî şaşiya me ye. Divê jin bêdeng nebin. Divê bitêkoşin û mafên xwe biparêzin."    ‘GAVEKE JINEKÊ WÊREKIYÊ LI HEZARAN PEYDA DIKE'    Pekîn, destnîşan kir ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de li Dersimê ji bo keyatiyê hejmara namzetên jin zêde bûye û got: "Her keyayeke jin, wêrekiyê li gelek namzetên jin peyda dike. Divê jin di hemû merhaleyên rêveberiya herêmî de bi temsîliyeteke wekhev cih bigirin. Çimkî jin her tiştî xweşik çê dikin. Jin wexta tiştekî dikin du caran difikirin û her tiştî bi heqî dikin."    ‘EZ Ê DÎSA BIBIM NAMZET'    Pekîn, bilêv kir ku li ser daxwaza jinan û extiyaran ew ê dîsa bibe namzet. Pekîn, diyar kir ku ger di hilbijartinên herêmî ya 2019'an de bê hilbijartin projeyên wê yên ji bo çandinî û sewalvaniyê hene û ew ê wan projeyan pêk bîne.    MA / Semra Turan