Jinan karkerên Flormarê ziyaret kirin 2018-12-26 16:28:39   STENBOL - Saziyên Jinan ên Stenbolê, karkerên Flormarê yên jin ku 226 rojin di çalakiya grevê de ne ziyaret kirin. Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecioglu jî tev li ziyaretê bû.    Nûnerên Saziyên Jinan ên Stenbolê û parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, karkerên jin ên Flormarê yên li Gebzeya Kocaeliyê 226 rojin ji bo parastina mafê xwe di çalaiyê de ne ziyaret kirin. Jinên li Stenbolê kom bûn serê sibê derketin rê û karkerên jin ziyaret kirin. Jinên li pêş Fabrîqeya Flormarê ya Pîşesaziya Organîze ya Gebzeyê, koma jinan pêşwazî kir. Jinan zexîreyên bi xwe re anîbûn bi armanca piştevaniyê dan jinên çalakger. Di ziyaretê de pankartên “Ne Flormar, berxwedan xweşik dike", “Flormar bi berxwedanê mezin dibe" û “Berhemê Flormarê boykot e." vekirin.    Li vir parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, diyar kir ku karkerên Flormarê berxwedanek mezin nîşan didin û wiha got: "Tişta ji destê me tê em têkoşîna we li meclisê bidin xuyakirin û dengê we li meclîse bilind bikin. Jinên karkerên Flormarê li vir berxwedanek xweşik û mezin nîşan didin. Em û rêxistinên jinan bi hevre hatin. Heta ku ev berxwedan hebe dê karker li her derê mafê xwe bi dest bixin."    Piştî axaftina Kerestecioglu jinan li gel stranan govend gerandin.