'Serlêdana jinan veguherî çalakiyek rengîn’ 2018-12-28 10:45:44 AMED – Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku bi sedan jinan ji bo hilbijartina herêmî serî li wan daye û serlêdana jinan veguheriye çalakiyek rengîn.  Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di xebatên hilbijartina herêmî de rolek çalak dide ser milê xwe û di heman demê de li dijî zextên li ser jinan di nava têkoşînek bêwestan de ye. Aktîfîsta TJA’yê Ayşe Gokkan der barê hilbijartina herêmî de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wan bi rêxistinên pîşeyî, komên baweriyan û tevgerên civakî yên cuda re civînên herêmî li dar xistine û xwestine bi van civînan hevkarî û piştevaniya hev bikin.    'EM Ê JI NÛ XWE BIRÊXISTIN BIKIN’    Gokkan da zanîn ku ew ê di rojên pêş de li herêmê hin bêtir bi gel re bên gel hev û got: “Me bi hemû sazî û dezgehên jinan re hevdîtin pêk anîn û ji bo serdema nû plansaziyek nû derxist. Di rojên pêş de em ê wek jinan li taxan û her deverî belav bibin û dest bi xebatên rêxistinbûyînê bikin. Em ê hin bêtir bi jinan re bên gel hev. Em ê ji nû ve partiya jinan zindî bikin û birêxistin bikin.”    'EM Ê LI BER XWE BIDIN’    Gokkan anî ziman ku pêkanînên faşîzane bi rejîma pergala nû re ji her demê bêtir giran bûne û got: “Em ê li dijî her cûre êrîş û zextan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”    ‘SERLÊDANA JINAN VEGUHERÎ ÇALAKIYEK RENGÎN’    Gokkan da zanîn ku serlêdana bi sedan jinan a ji bo hilbijartina herêmî veguheriye çalakiyek rengîntirîn û wiha got: “Jinên serlêdan kirin e ne ji bo şertên wan bên qebûlkirin, li dijî desteserkirinê û dagirkirina hemû tiştî serlêdan kirin e û berteka xwe wiha datîne holê. Yanî vê yekê wek çalakiyekî qebûl dike û di vê terzê de serlêdana xwe dike.”    ‘200 JIN HATIN BINÇAVKIRIN’    Gokkan diyar kir ku beriya hilbijartina herêmî zextên dewletê bi taybetî li dijî jinan zêde bû û got: “Di mehek dawî de 200 jin hatin binçavkirin. Li dijî zilmê hem li derve û hem li hundir berxwedanek bêhempa heye. Ji remza vê berxwedana girîng jî Leyla Guven e. Li dijî tecrîdkirina li Tirkiyeyê tê birêvebirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê niha li hemû girtîgehan belav bûye. Li dijî vê berxwedanê êrîş di asta herî jor de de ne.”    ‘EM Ê BI HEV RE AVA BIKIN’    Gokkan anî ziman ku ji bo diyarkirina namzetiya hevşaredariyan amadekariya hilbijartina pêş dikin û bi vê amadekariyê re jî ew beyanname û stratejiya hilbijartinê amade dikin. Gokkan got yek ji dirûşma wan girîng a vê hilbijartinê “Di her şertî de em ê bi hev re ava bikin” e û di vê çarçoveyê de divê jin li her qada jiyanê hebin.    MA / Esra Solîn Dal