Jin ji bo çalakiyên bi hêz xwe amade dikin 2017-11-02 09:53:14 ÎZMÎR - Jinên dibin sîwana Meclîsa Jinên Îzmîrê de kom bûn, xwe ji bo 25 Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî amade dikin. Endama Meclîsa Jinên Îzmîrê Sanem Denîz Kural, diyar kir ku bi çalakiyên bihêz dê êrîşên li ser jinan vala derxin.    Li Tirkiyeyê her roj herî kêm 5 jin tên qetilkirin û bêmafiyên li ser jinan zêde dibin. Li dijî vê yekê jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinên Navneteweyî amade dikin. Rêxistinên jinan ên dibin sîwana Meclîsa Jinên Îzmîrê de kom bûn, armanc dike ku di 25’ê Mijdarê de daxwazên bi hezar jin bine ser ziman.  Meclîsa Jinan a Îzmîrê, li dijî qetilkirinên jinan, tundiya zayendî, îstîmara zayendî ya di temenê zarokatiyê de, parastina mafê jin û zarokan xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dike. Nûnera Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin a hevkarên Meclîsa Jinan (KCDP) a Îzmîrê Sanem Denîz Kural, diyar kir ku dê bi mezinbûna têkoşîna jinan li qadan bin.   'JINAN MECLÎSBÛN BI SER XISTIN'   Kural, anî ziman ku di civînên Meclîsên Jinan de hemû jin ramanên xwe datînin holê û wiha axivî: “Em bi hevre biryarên hevpar digirin. Di çarçoveyê van biryaran de em ê gelek çalakiyan li dar bixin. Di Meclîsa Jinan de ji bawerî, çand û nijadên cûda jin ji bo heman armancê kom dibin. Ev jî tê wateya ku jin civakekê azad ava dikin. Meclîs qada hevpar a cihê nîqaşê ye. Em hemû nirxê didin nêrîn û ramanên hev. Jin ne tenê li dijî bêmafiyên rastî hatine, bi giştî ji bo bibin parçeyekê têkoşîna jinan têdikoşin. Dê kes nekare vê têkoşînê asteng bike.”     ‘DIXWAZIN ÊRÎŞAN VALE DERXIN’   Kural, da zanîn ku  25’ê Mijdara sala bûrî de, ji bo jinan xwedî girîngiyek mezin e û  wiha got: “Em ê nîşan bidin ku bêyî vîna jinan tu kes nikare derbarê jinan de biryaran bigirin. Dixwazin hevberdana jinên ji hevjînê xwe tundiyê dibînin, bixin zoriyê. Têkoşîna tevgerên jinan ên sala bûrê qet nerawestiya. Berî 25’ê Mijdara sala bûrî, zewicandinên îstîsmarkirina zarokan di rojevê de bû. Têkildarî vê yekê qanûn pêşkêşî Meclîsê kiribûn. Jinan li dijî vê têkoşînek mezin dan û bûn sedem ku qanûn paşde vekişe. Em xwe amade dikin ku qanûnên wiha û yên erka zewacê dayîna miftiyan vale derbixin. Hewldana me ya vale derxistina van êrîşan dê tim bidome.”        'DÊ ÇALAKIYÊN BI HÊZ LI DAR BIXIN’   Kural, destnîşan kir ku têkoşîna Meclisa Jinan a li dijî “Qanûna Miftîtiyê” hişt ku gelek jin beşdarî wan bibin û wiha bi dawî kir: “Dê jin îsal di 25’ê Mijdarê de li dijî êrîşên li ser heza jinan, tevger û têkoşîna jinan dengê xwe bilind bikin. Em jin dê dest ji zewac û hevberdanê berdin û ji tundiyê re bêjin ‘êdî bese.’ Ji hemû bawerî û çandin jin îsal dixwazin tiştên cûda bikin. Êdî jin ketine serdemek wiha de. Hemû jinên dixwazin dawî li polîtîkayên hikûmetê yên li ser jinan bînin di meclîsê de kom dibin.   Bi rexistinbûnek wiha emê biçin 25’ê Mijdarê. Dê wê rojê çalakiyên bi hêz bên lidarxistin. Ji ber ku em dizanin dê ev yek ji bo jinan encamên erênî derbixe holê. Jin dê li dijî tundiya zilam û dewletê jiyan, aştî û azadiyê biparêzin.”