Hat xwestin ku cezayê Nevîn Yildirim bê erêkirin 2019-01-16 11:23:32   ISPARTA - Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind xwest ku cezayê girtîgeha mûebetê ya Nevîn Yildirim a li navçeya Yalvaçê ya Ispartayê li dijî zilamê ew tecawîz kir mafê xwe yê parastina rewa bikar anî û kuşt, bê erêkirin.     Li gundê Koruyaka ya navçeya Yalvaç a Ispartayê, Nevîn Yildirim a di 28'ê Tebaxa 2012'an de li dijî zilamê bi pergalî ew tecawîz dikir Nûrettîn Gider mafê xwe yê parastina rewa bikar anî û kuşt cezayê girtîgehê yê mûebetê ji bo wê hatibû dayîn. Daîreya Cezayê 1'emîn a Dadgeha Bilind xwest ku cezayê girtîgeha mûebetê ya Yildirim bê erêkirin.