‘Êrîş li ser destkeftiyên jinan hene’ 2017-11-03 15:22:11 STENBOL – Prof. Dr. Alev Ozkazanç, di konferansa “Derfet û Bilindbûna Femînizma Kûrewî ya Nû” de axivî û wiha got: “Êrîş li ser destkeftiyên jinan û femînîzmê hene.” Komeleya Heinrich Boll Stiftung, li Otela Nîppon a Taksîma Stenbolê, konferansa mijarên “Rûxandina Dîwaran, Avakirina Piran: Derfet û Bilindbûna Femînîzma Kurewî ya Nû” li dar xist. Gelek jin beşdarî konferansê bûn.    ‘JINAN JI SEDÎ 50’Î DERBAS KIRIN E’   Nivîskar Nîra Yuval Davîs axaftina vekirinê ya konferansê kir û wiha got: “Ji bo pêşdeçûyînê li dar xistina konferansek wiha girînge. Neo-lîberalîzm serketinên mirovan, wekî yên xwe nîşan dide. Bîrdziya Neo lîberalîzm mirovan tenê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Femînîzma kûrewî ya me, erka wê ew ku vê rastiyê derbixîne holê. Divê ji derveyî sînoran em piştevaniyê ava bikin.”   DIVÊ SÎNOR BÊN DERBAS KIRIN   Piştî Davîs, Doç. Dr. Sevgî Uçar Çubukçu axivî û diyar kir ku femînîzm mîna hêzekê derketiye holê. Çubukçu, bal kişand ser rewşa OHAL’ê û wiha got: “Di derfetên OHAL’ê de, kesekê nekarin dengê xwe derbixin. Lê di 8’ê Adarê de 50 hezar kirin jin wê şeve bernameya ‘Na’ li dar xistin. Êrîş li ser destkeftiyên jinan û femînîzmê hene. Divê em femînîzmê mezin û berfireh bikin. Ji bo sînor bên derbas kirin û pir bên avakirin pêdivî bi tevlibûna femînîzmê heye.”   Konferans bi panêlên din ên hatin organîzekirin berdewam kir.