Jinên Rihayê: Em bajarên dostê jinan dixwazin 2019-02-26 14:50:37   RIHA - Platforma Jinan a Rihayê têkildarî hilbijartina herêmî beyannameya xwe eşkere kirin û gotin: "Em bajarên dostaniyê ji jinan re bike û jin dikaribin lê bijîn û mafê starbûnê dixwazin."    Platforma Jinên Bajêr a Rihayê ku ji partî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê daxwazên xwe yên ji bo hilbijartina herêmî bi civînekê eşkere kirin. Civîn li avahiya Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî pêk hat. Li ser navê Platformê ewil Lezgîn Altundag axivî û diyar kir ku jin ji bo mafên xwe li gelek deverên cîhanê têdikoşin û di vê oxirê de jî bedelên giran dane. Altundag got e wê nêrîna jinan serdest bikin. Altundag da zanîn ku wan li dijî şidet, kedxwariyê, zayendperestiyê, nijadperestiyê, polîtîkayên milîtarîstiyê, tacîz  û çanda tecawizê piştevaniya jinan esas bigirin û zimanê hevpar dê bingeha xebata wan be.    Ji platformê Ferîde Ceylan jî destnîşan kir ku ew li dijî her cûre şideta jinê ne û daxwazên di danezana Platformê wiha eşkere kir:   "* Em dixwazin ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên jinan Wezareta Jinan ava bibe.    * Li dijî yekperestiyê û her cûre polîtîkayên zayendperestiyê em dixwazin temsîliyeta wekheviyê pêk bê.    * Em dixwazin gotinên zîhniyeta zilam ên li dijî jinan di çarçoveya gotinên nefretê de bên pênasekirin.    * Em ji butçeya şer, rant, rûxandina ekolojîk, mêtingerî û cudakariya zayendperest rizgar bibin û butçeyek zayendaiya wekhevî dixwazin.    * Em dixwazin dawî li xizaniya jinê were.    * Em mafê wekhev û necudakar ê tenduristiyê dixwazin.    * Em bajarên dostaniyê ji jinan re bike û jin dikaribin lê bijîn û mafê starbûnê dixwazin.   * Em mafê kreşê yê belaş dixwazin.    * Em li dijî perwerdehiya mezhebî, zayendperest û yek tîtiyê perwerdehiya bi zimanê dayikê ya wekhev û bêpere dixwazin.    * Em li dijî polîtîkayên jinan tune dihesibîne ne.   * Bila 8'ê Adarê bibe rojek fermî."