'Ji bo em bibin dengê Leylayê em ber bi Bakirkoyê ve biherikin' 2019-03-02 09:09:28 STENBOL – Platforma Jina ya 8'ê Adarê, ji bo mîtînga ku dê di 3'yê Adarê de li Qada Bazarê ya Bakirkoya Stenbolê bê lidarxistin û ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê da destpêkirin bang li hemû jinan kir. Platforma Jina ya 8'ê Adarê, wê di 3'yê Adarê de bi dirûşmeya "Ji bo azadiya xwe em li ber xwe didin; li dijî krîz, şer û şidetê em li qada ne" li Qada Bazarê ya Bakirkoyê mîtîngekê li dar bixe. Jinan, ji bo mîtîngê li gelek deverên Stenbolê belavok belav kirin. Wê jin saet di 12'an de li ber Marmara Forûmê bên cem hevdû û saet di 1'ê de jî ber bi qada mîtîngê ve bimeşin.    Endama platformê Şenay Kûmûz, bi bîr xist wan par jî 8'ê Adarê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pîroz kiriye, lê belê îsal destûra ji bo vê qadê nehatiye dayîn. Şenay, anî ziman ku her diçe qadên jinan tên xespkirin û got: "Qadên ku em daxwazên xwe lê tînin ziman, niha li ber me tên girtin. Helbet em ê dev ji qada mîtîngê bernedin. Wekî her qadê, têkoşîna li vê qadê jî dewam dike. Em ê mîtînga xwe ya îsal li Qada Bazarê ya Bakirkoyê li dar bixin. Em ê ji bo mafê xwe yê jiyanê bitêkoşin. Dînamîka sereke ya 8'ê Adarê têkoşîn e. Em ê dev ji têkoşînê bernedin. Loma ji bo em dengê xwe hîn bilindtir bikin em ê di 3'yê Adarê de li qada mîtîngê bin."    ‘BILA 8'Ê ADARÊ BIBE BETLANEYA FERMÎ'    Endama Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Sevgî Ozturk, diyar kir ku 8'ê Adarê ji bo destkeftiyên jinan û têkoşîna hevar rojeke girîng e û got: "Em ê li Qada Bazarê ya Bakirkoyê daxwazên xwe bînin ziman. Em ê dengê xwe bilind bikin. Niha li Tirkiyeyê zêde êrîşî mafên jinan tê kirin. Loma ev roj tenê ne ji bo herêmê ji bo têkoşîneke hevpar a hemû jinên cîhanê rojeke girîng e. Em karekî wekhev, heqdesteke wekhev dixwazin. Em doza heqê keda xwe dikin. Bila 8'ê Adarê bibe betlaneya fermî. Ji bo azadiya jinan gelek daxwazên me hene. Loma em di 3'yê Adarê de li benda hemû jina ne ku bên Qada Bazarê ya Bakirkoyê."    ‘EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILINDTIR BIKIN'    Aktîvîsta Tevgera Jina Azad (TJA) Çîçek Ariç jî, anî ziman ku bi salan e jin li qada ne û got: "Jinên kurd baş hay ji wate û girîngiya 8'ê Adarê hene. Îsal ji bo me berxwedana çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guvenê pir girîng e. Bawer dikim ku wê jin bi 8'ê Adarê re bêtir daxilî vê têkoşînê bibin. Em ê li dijî tecrîdê hîn bêtir dengê xwe bilind bikin."    Ariç, bilêv kir ku daxwaza wan bidawîkirina tecrîdê ye û xwedîderketina li berxwedana bi pêşengiya Leyla Guvenê û liv û tevgera li dijî şer e û got: "Em ê li qadan dengê xwe bilind bikin. Çimkî, Leyla Guven rê li ber pêvajoya xitimî vekir. Ji bo vê em di 3'yê Adarê de hemû jinan vedixwînin Qada Bazarê."    ‘JI BO TECRÎD BI DAWÎ BIBE EM Ê LI QADAN BIN'    Endama Meclîsa Jina ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Nîhal Taş jî, bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û destnîşan kir ku ew ê li dijî şidet, taciz û tecawizê dengê xwe bilind bikin. Taş, bilêv kir ku ji bo ew bibin dengê berxwedana Leyla Guvenê jî ew ê liq adan dengê xwe bilindtir bikin û got: "Ji bo tecrîd bi dawî bibe û ji bo jina bi awayekî çalak daxilî qadên jiyanê bibin em ê bêtir bitêkoşin. ji bo vê jî divê em dengê xwe bilindtir bikin."