Ûzûnok: Li Îzmîrê me hefteya jinan îlan kir 2019-03-04 09:04:03 ÎZMÎR - Berdevka Meclîsa Jinan a Îzmîrê Semar Ûzûnok, diyar kir ku îsal li gel roja 8’ê Adarê, di  roja wan de daxwazên girtiyan û Leyla Guven a 117 rojin di greva birçîbûnê deye hene û got: “Emê li qadan daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê dene, qîr bikin. Ji bo vê me li Îzmîrê heftaya jinan îlan kir.”  Jinên ku li hemû bajaran çalakiyên xwe yên li dijî tundî, şer, newekhevî û krîzê yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê berdewam dikin, îsal xwedî daxwaza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratî (KCD) ê Leyla Guven a 117 rojin li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye, derdikevin.  Berdevka Meclîsa Jinan a Patiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Semra Ûzûnok, derbarê çalakî û şahiyên li dar bixin de, agahî dan.    ‘ME HEFTEYA JINAN ÎLAN KIR’   Ûzûnok, diyar kir ku berî 8’ê Adarê li tevahiya bajêr hefteya jinan îlan kirin û wiha axivî: “Li hemû navçeya me civîn li dar xistin û bernameyek giştî derxist. Emê bi Platforma Jinan a Îzmîrê û endamên Jin bi Hevre bi Hêzin re tevbigerin û çalakiyên xwe bi hevre lidar bixin. Emê ji bo hemû jinên keda wan tê xwarin û rastiyê tundiyê tên, bi heve biqîrîn. Me îsal hemû çalakiyên xwe li ser tecrîdê amade kirin. Em dibînin ku tecrîd li hemû civakê belav bûye. Ji ber vê di serî Leyla Guven û li girtîgehan dest  bi greva birçîbûnê kirin. Daxwazên Guven û girtiyan daxwazên me ne. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, jin hepsî malê kirin, bê kar hiştin û ablûkey mezin hat avakirin. Dîsan ji bo ku jin di mekanîzmayên biryarê yên şaredariya Îzmîrê de cih bigirin, emê bi hemû hewldanên xwe li koçeyan xebatan xwe bidin meşandin.”      ‘EMÊ DU MEŞÊN GIRÎNG LI DAR BIXIN’   Ûzûnok, anî ziman ku ewê li Îzmîrrê du çalakiyên girîng ên jinan li dar bixin û wiha got: “Emê di 8’ê Adarê de, saet 17.00’an li ber avahiya OSYM’ê ya semta Alsancak kom bibin û meşeke şevê li dar bixin. Dîsan emê di 10’ê Adarê de, saet 14.00’an li Qada Cumhuriyetê kom bibin û heya cihê mîtîngê Qada Gundogdu bimeşin. Niha amadekariyên mîtînga  em li dar bixin, berdewam dikin. Di van her du çalakiyên me yên girînge de emê li dijî newekhevî, kedxwarî , tecrîd û krîza aborî bi yek dengî biqîrîn û daxwazên jinan bînin ziman.”   Ûzûnok, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku  beşdarî mîtîng û meşên şevê yên li dar bixin, bibin û bi dirûşmeyên xwe deng vedin.    MA / Nîmet Olmez