Jinên Dîlokî: Wisa hat û wisa naçeJinên Şirnex û Dêrsimî jî bang kirin 2019-03-05 14:49:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameyek pêk anîn. Jinan di bernameyê de diyar kirin ku wisa hatiye û wisa naçe. Li Şirnex û navçeyên wê, jinan ji girtiyên jin re kart şandin. Li Dersimê jî jinan bang li hemû jiyan kirin ku tev li şahiyan bibin.    DÎLOK    Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Dîlokê, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bernameyek pêk anîn. Di bernameyê de Hevseroka HDP'ê ya Dîlokê Sultan Bayındır, diyar kir ku ji bo ew ji vê geşedanê re bêjin raweste li hev kom bûne û wiha got: “Ji bo me jinan têkoşîna bi rêxistin pir girîng e. Ger ku jin bên cem hev tiştekî bi ser nekevin tune ye. Dema AKP hat îktidarê gelek soz dan jinan. 17 salin yên herî zêde mafê wan tê binpêkirin jin in. Îktîdara AKP'ê jinan her roj di pelçiqîne. Îro rewşa jinan ji ya 17 sal xerabtir e. Li Dîlokê her meh 2-3 jin ji aliyê mêr ve tê qetilkirin. Mêr vê wêrekiya xwe ji îktîdarê distîne. Emê ji vê yekê re bêjin raweste. Wisa nehatiye û dê wisa neçe.    Bernameya Jinan a Dîlokê wiha ye:    7 Adar, saet 13.00, li avahiya HDP'ê ya Dîlokê jin dê bigêjin hev.    8 Adar saet 12.00, Li Parka Kirkayak dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.    10 Adar saet 12.00, De pêşandana şano li  Erikçe bê nîşandan. Dê maşîna ji pêş avahiya HDP'ê ya Navçeyê rakin.    ŞIRNREX    Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê jî di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li navçeyên Cizîr, Hezex, Sîlopî ji jinên girtî re kart şandin. Li Navçeya Cizîrê dema jinan li postexanê kart şandin Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir jî tev li xebatê bû. Îmir, li ber PTT'ê axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Îmir, anî ziman ku hemû girtiyan silav dike û daxwazên girtiyan ên li dijî tecrîdê daxwazên wan tevan e. Îmîr anî ziman ku teqez dê berxwedan bi ser bikeve. Jinan piştî axaftina Îmir dirûşmeya “Jin, jîyan, azadî” berz kirin. Li navçeya Hezexê jî jin li ber avahiya HDP'ê kom bûn û dirûşmeya “Bijî berxwedana Leyla’yê” berz kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li dayikan bûn.      DERSÎM    Jinên Dersimî jî bi heman armancê li Qada Seyit Rıza kom bûn û daxuyanî dan. Li ser navê dayikan Esra Yilmaz daxuyanî da û bang li hemû jinan kir ku tev li şahiya wan a  8'ê Adarê bibe. Yilmaz, xwest hemû jin li dijî zext û tundiyê têkoşîna xwe bilind bikin û got: "Ji bo tundî û zextên li ser pişta jinan kêm bibe em tev di 8'ê Adarê de bên cem hev û serhildana xwe bilind bikin."  Endama Platforma Jinan a Dersimê Duygu Kurban jî anî ziman ku ew 8'ê Adarê di pêvajoyek pir dijwar de pêşwazî dikin û got: "Jinan bi tenê dihêlin û wan di malê de hepis dikin. Ji bo di 8'ê Adarê de krîz, dagirkerî, şer û tundî bi dawî bibe, divê me tev li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin ku di 8'ê Adarê de saet di 12.30’an de li Qada Seyit Rıza em kom bibin û dengê xwe bilind bikin.