Polîsan li Îzmîrê 8 xwendekar binçav kir 2019-03-08 13:42:32   ÎZMÎR – Jinên xwendekar ên xwestin li Zanîngeha Egeyê daxuyaniya çapemeniya ya 8'ê Adarê li dar bixin hatin binçavkirin.    Xwendekarên jin ên Zanîngeha Egeyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin. Ewlehkarên zanîngehê û polîsan jinan derb kirin û wan bi erdê re kaşkirin. Polîsan 7 jin û xwendekarek mêr binçavkirin.    Jinan dirûşma “Ji faşîzmê re enyad bijî 8’ê Adarê” berz kirin. Polîsan deve jinan girt û li maşîneyên zirxî siwar kirin. Polîsan dest danî ser pankarta xwendekaran û binçavkiriyan birin miduriyeta polîsan.