Jin daketin qadan: Em natirsin, bêdeng nabin û serî natewînin 2019-03-08 15:47:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Îro bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sed hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û binpêkirina mafan û desthiladdariya mêr dengê xwe bilind kirin. Jinan li qadan gotin: "Em bêdeng nabin, natirsin û em serî natewînin." Jinên ku wêneyên Leyla Guven bilind krin peyamên piştevaniya Leyla anîn ziman.    Li gelek bajar û navçeyên welat û cîhanê jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi sed hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û desthiladdariya mêr, ji bo aştî, edalet, wekhevî, demokrasî û azadiyê dengê xwe bilind kirin.  Li Enqereyê jî bi heman armancê jin bi dirûşmeya “Jin li diji krîz, şer û newekheviyê têkoşînê bi hêz dike û jiyanê bi rêxistin dikin" li Kolana Sakarya kom bûn. Bi sedan jinên di pêşengiya Platforma  Jinan a Enqereyê de kom bûn, bi amûrên muzîk, dowîz û pankartan ketin qadê. Jinên ku qad tijî kirin, dirûşmeyên “Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin" û “Jin jiyan azadî" berz kirin.  Li qadê peyama Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 121 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û li ser “Bila Leyla Bijî" hatibû nivîsandin xwendin. Dîsa li qadê wêneyên Leyla Guven, Gultan Kışanak, Selma Irmak, Sebahat Tuncel û Figen Yuksekdag bilind kirin. Jinan bê navber dirûşmeya “Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin. Dîsa wêneyên jinên hatin kuştin Şule Çet, Nevin Yildirim bilind kirin.  Li ser navê Platforma Jinan a Enqereyê Nermin Yurttaş daxuyanî da û bal kişand ser wateya 8'ê Adarê. Yurttaş, anî ziman ku 8'ê adarê roja wekhevî, azadî û jiyana mirovî ku bi hevre bijîn û têbikoşin e. Yurttaş, anî ziman ku jin bi hevre dengê xwe bilind bikin û destê xwe bidin dev wê demê dê edalet pêk bê.    Endama Meclîsa HDP'ê ya Enqereyê Bedriye Irmak jî anî ziman ku ew bi ked û berxwedana jinê gihiştine îro û wiha got: "Îro roja jinên kurd, tirk, ereb, farz û hemû jinên cîhanê ye. Ev pergal jina azad û tev li siyasetê dibe naxwaze. Dixwaze jin li malê rûnê. Em vê yekê red dikin.    Şahiya jinan bi govendê bi dawî bû.    ŞIRNEX    Meclîsa Jinan a Şirnexê jî bi heman armancê li Navçeya Sîlopiya şahiyek mezin pêk anî. Şahî li taxa Nuhê pêk hat. Komek jinên li ber avahiya HDP'ê ya Sîlopiya kom bûn, ji vir meşiyan qadê. Jinên ku cilên gelêrî li xwe kirin rastî eleqeyek mezin a derdorê hatin. Jinan di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Leylayê” “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Parlamenterên HDP'ê Nuran Îmir û Hevserokên HDP'ê tev li şahiyê bûn. Jin li taxê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Di bernameyê de pankarta “Bila tecrîd rabe, Lelya Bijî" vekirin û i bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Şahî di demek kin de vegeriya mîtîngê û bi hezaran jin amade bûn. Jinên ku çarika spî dan serê xwe rengên zindî ava kirin.    ’TÊKOŞÎNA SÊVÊ, FATMA Û PAKİZE DÊ BIDOME'    Namzeta Hevşaredariya Sîlopî Adalet Fidan, anî ziman ku ew ji bo jiyanek azad têdikoşin û têkoşîna Sêvê, Fatma û Pakîze dê berdewam bikin. Parlamentera HDP’ê Nuran İmîr jî anî ziman ku Leyla Guven pêşengiyê ji têkoşîna jinan re dike û wiha got: "Em jin li dijî hemû tundiyan têkoşîna xwe berdewam dikin." Axaftina Îmîr bê navber bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Leylayê” hat qutkirin. Îmir, da zanîn ku heta kurd hebin têkoşîn jî dê bidome û wiha axivî: "Em ê têkoşîna Sêvê, Pakize û Fatmayan mezin bikin û berdewam bikin. EM tu carî têkoşîn û berxwedana wan ji bîr nakin."    Dayika Aştiyê Şemse Kara jî bal kişand ser Jêrzemînê Cizîrê û wiha got: “Em dê hesabê jin û ciwanan bipirsin." Piştî axaftinan Hunermend Xecê derket ser dikê û stran strîn. Şahî piştî govendê li gel Keça Taybet Înan ku li Sîlopî di qedexeyê de jiyana xwe ji dest da derbasî Buroya Jinan a Hilbijartinê ya HDP'ê bûn û bi hevre buro vekirin.