Kolana Îstiklalê hat girtin 2019-03-08 18:26:22   STENBOL - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dê îro êvarî Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin, lê belê beriya meşê têketin û derketina Kolana Îstiklalê hat girtin.    Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dê jin îro êvarî "Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an" li dar bixin. Jin dê li Kolana Îstiklalê kom bibin. Lê belê beriya meşê têketin û derketina kolanê ji aliyê polîsan ve hat girtin.