Jinan ji bo mitînga 11’ê Mijdarê belavok belav kirin 2017-11-08 16:29:29 AMED - Jinan, bi armanca tevlîbûna mitînga 11’ê Mijdarê li gelek taxan bi berzkirina tilîliyan belavok belav kirin.   Li Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşmeya “Dê tecrît winda bike, azadî qezenç bike” di 11’ê Mijdarê de li Qada Îstasyonê mitîng bê lidarxistin û jinan ji bo tevlîbûna mitîngê belavok belav kirin.    DÊ JIN LI DIJÎ TECRÎTÊ DENG DERBIXIN   Jinên ku li navçeya Rezanê kom bûn, li esnafên taxên Fatîh, Muradiye û Korhat geriyan û li welatiyên bazara çarşemê re kom bûn. Jianan tilîlî berz kirin û hemû kes vexwendin mitînga 11’ê Mijdarê. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, Endamên TJA, HDP, DBP û KCD’ê beşdarî çalakiya jina bûn û têkildarî mitîngê welatiyên bazara jinan agahidar kirin.      Ligel navçeya Rezanê, jinan li navçeyên Sûr, Yehîşehîr û Çinarê jî belavok belav kiriln û banga tevlîbûna mitîngê li welatiyan kirin.