Atolyeya Xweparastina Feminîst dest pê dike 2017-11-12 09:23:11 STENBOL – Jinên Malên Gel ku Atolyeyên Xweparastina Feminîst dan destpêkirin, diyar kirin ku xweparastin wêdeyî parastina fizîkî ye û ew her cure têkoşîna li dijî newekheviya zayendî esas digirin.  Wê Jinên Malên Gel, di 14’ê Mijdarê de li Okmeydaniya Stenbolê Atolyeyên Xweparastina Feminîst vebikin. Wê atolye her hefte roja Sêşemê bê lidarxistin. Endama Jinên Malên Gel Fûlya Dagli der barê atolyeyan de agahî parve kirin.    ATOLYE JI BO HEMÛ JINAN VEKIRIYE    Fûlya Dagli, got ku fikra Atolyeya Xweparastina Feminîst di nîqaşên kampa havînê de derketiye holê. Dagli, diyar kir ku wan dem dem heman atolye li şaxên Malên Gel didan destpêkirin, lê belê hedefa wan tenê ne li şaxên Malên Gel e, heta ji destê wan bê ew ê vê yekê berbelav bikin. Dagli got ku atolyeyên wan tenê ne ji bo jinên li Okmeydaniyê ji bo hemû jinan vekiriye.    Dagli, anî ziman ku wê jin bi saya perwerdehiyan hafizeya xwe ya xwemaliyî nas bikin. Dagli, dest nîşan kir ku Xweparastina Feminîst tenê ji xweparastina fizîkî pêk nayê û wiha got: “Li van atolyeyan em tenê parastina fizîkî an jî bi amûrekê nîqaş nakin. Li vir em li ser newekheviya zaynedî radiwestin. Atolyeyên me bi pênasekirina vê yekê dest pê dike. Zayendiya ciavkiyî çî ye? Wê ev newekheviyeke çawa biafirîne? Mirov dikare li hemberî wê çawa bitêkoşe? Ji bo jinan ev yek bi tena serê xwe hêleke xweparastinê pêk tîne.” Dagli got ku tişta din jî ew e ku mirov navê şidetê derxîne holê û wiha got: “Zaf girîng e ku em bizanibin ka çi şidet e û çi ne şidet e. Da ku em xweparastina xwe pêş ve bixin. Asta aborî, derûnî, fizîkî ya şideta mêrî wê li van atolyeyan bê pênasekirin.”    Dagli, diyar kir ku zeximkirina piştevaniya jinê zaf girîng e. Dagli got ku piştevaniya jinê yek ji rêgezên sereke ya xweparastinê ye. Dagli got ku ew ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê ya Navnetewî de hin çalakiyan li dar bixin.    Dagli, ji her temenî bang li hemû jinan kir da tevlî atolyeyên wan bibin û wiha got: “Em ancax dikarin bi piştevaniyê li dijî mêr, dîktatoran bitêkoşin. Ji ber vê ji bo pêşxistina xweparastina feminşst bang li hemû jinan dikim.”