Taşdemîr: Divê hikûmet dengê li girtîgehan bilind dibe bibhîze 2019-04-08 13:57:03 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha got: "Çalakiya greva birçîbûnê hatiye sînorê ku êşên mezin li pêy xwe bihêle. Em bang li hikûmetê dikin ku bi lez tecrîdê rakin. Guh bidin dengê çalakgerên di grevê de û dengê girtiyên di grevê de bibhîze."  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî hilbijartina 31'ê Adarê, rojeva jinan û çalakiyên greva birçîbûnê civîna çapemeniyê pêk anî.  Taşdemîr, ewil bal kişand ser lehiya ku li Herêma Loristanê rabûye û wiha got: "Li herêma Lolîstanê di encama felaseta lehiyê de li gorî daneyên dewletê 70 mirovan jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 800 mirov jî birîndar bûne. Sersaxiyê ji malbata hemû kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazim. Mixabin Îranê li hemberî vê felaketê hestiyar nêzîk nebûye. Divê di serî de hikûmeta Îranê û hêzên navneteweyî hestiyar nêzî vê meseleyê bibin û destê xwe dirêjî van însanan bikin. Wekî Meclîsa Jinan a HDP'ê em ji ber vê felaketê pir xemgîn in. Em li pişt gelê xwe yê Lorîstanê ne. Emê şopdarê bûyerê bin.    ‘STRATEJIYA ME HER TIŞT AŞKERE KIR    Taşdemîr, encama hilbijartina 31'ê Adarê jî nirxand û wiha got: "Di dîroka Tirkiye de hilbijartina herî krîtîk bû. Polîtikaya zext û dijminantiyê ya ku AKP'ê di hilbijartinê de pêş dixist hêj didome. Stratejiya ku Partiya me danî holê hemû bê hiqûqî û lîstikên îktîdara AKP'ê teşîr kir û aşkere kir. AKP 7 salin polîtîkayên xwe ji ber encama sindoqan rewa dide xuyakirin. Lê niha encama ku ji sindoqan derketiye qebûl nake. Tenê dema ew bi ser dikeve encama sindoqan rewa ye. Lê dema yê hemberî wî bi ser dikeve encama sindoqan ne rewa ye. Bi zext û hîleyan carek din vîna gel xezp kiriye. Meseleya ku li Stenbolê hefteyek e bi encam name û li Mûşê neqebûlkirina vîna gel encama vê yekê ye. Partiya me 3 salin li dijî van polîtîkayan têkoşînek pir dijwar dide. Stratejiya partiya me hemû polîtîka û lîstikên wan aşkere kir û teşir kir.    ‘XWESTIN TÊKOŞÎNA JINÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN'    Taşdemîr, da zanîn ku wekî meclîsa Jinê encama hilbijartinê berfirehî nirxandine û wiha axivî: "Em ê di 12'ê Nîsanê de civîna Meclîsa Jinê pêk bînin. Em ê encama civînê bi raya giştî re parve bikin. Di dîroka welat de îktîdara AKP'ê herî zêde di vê hilbijartinê de serî li gotinên nijadperestî, zayentîperestî û wêdekirinê da. Herî zêde di vê hilbijartinê de gef xwar û neheqî li hemberî xwe kir. Zimanê gef û tundiyê herî zêde bandorek neyînî li ser jinê kir. Ji ber vî zimanî tundiya li jinan hat kirin nehat dîtin. Tundiya namzetê mêr ya li dijî jinan bêtir kûr kir. Ji ber vê yekê zimanê siyaseta ku jinê wekî dijmin dibîne, bandora xwe li ser cihê jinê yê di siyasetê de jî kiriye. Bi taybetî gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên li dijî Hevseroka me ya Giştî Pervin Buldan, hemû jin kirine hedef. îktîdar bi van êriş û gefan dixaze têkoşîna jinan kriminalize bike. Jinên muxalif, hevşaredar û parlamenterên me yên xebatên hilbijartinê meşandin raste rast bûn hedef. "    JINAN BERSÎVEK MEZIN DA'    Taşdemir, destnîşan kir ku ligel hemû tundî, gef û êrîşên li dijî jinê, dîsa li ber xwe dane û wiha lê zêdekir: “Dema em li encama vê hilbijartinê dinerin, em dibînin ku jinan bi têkoşîna xwe bersîvek xurt daye îktîdara AKP-MHP'ê. Dîsa di vê hilbijartinê de bersîvek dane rejîma yek zilamî. Jinan bi vê peyamê hêviyek mezin kiriye. Jinan û partiya me di vê hilbijartinê de ji bo demokrasiyê rolek mezin lîst."    ‘ME DI ŞAREDARIYÊ DE NÛNERTIYA WEKHEV PÊŞ XIST'   Daşdemîr, da zanîn ku di nava 319 namzetên HDP'ê de 149 jin bûn û wiha bi dawî kir: “Ev hêjmar qat bi qat ji rêya partiyên din zêdetir e. Namzetên me yên jin performansek pir xurt nîşan dan. Li dijî hişmendiya mêr a siyaset û şaredariyê di rêveberiya bajar de siyasetek nû pêş xist. Hemû şaredariyên ku me stendine tev pergala Hevşaredariyê heye. Di milê nûnertiya jinê de, dema em li siyasetê dinerin partiyên din tev bi bin ketin.    'AKP'Ê POLÎTÎKA ZILMÊ PÊŞ XIST'    Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 152 rojin didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya birêz Guven de dest pê kir, her ku diçe belav dibe û hatiye sînorê krîtîk. Bi behan in di grevê de ne. Lê dîsa hikûmet ker kor û lal tev digere. Ji ber bêdengiya hikûmetê li girtîgehan 7 ciwanan çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Sedema vê yekê polîtika hikûmetê ya bêdengiyê ye. Hikûmeta AKP'ê bi nedîtinê carek din polîtîka zilmê dimeşîne. Li şûna rê li pêş mirinê bigire, destûr nedane ku malat cenazeyên xwe defin biki nû şîna xwe dînin. Şîn wekî sûc girtine deste. Armanca vê polîtîka îktîdarê dixwaze heviya gelê kurd a têkoşînê bişkîne. Ji niha û şûnde bêdengiya hekûmetê sûc e. Çalakî hatiye sînorê krîtik û êşan bezintir bike. Dive demek berî demekê hikûmet vê tecrîdê bi dawî bike û daxwazên girtiyan pêk bîne. Wekî meclîsa Jinê ya HDP'ê em dixwazin daxwaza mafdar, hiqûqî û zagonî pêk bînin. Ji bo çareseriya mutlaq divê bi lez bi Îmraliyê re hevdîtin bên despêkirin."