Kav: Cînayetên jinan ji sedî 30 ‘kiryar nediyar’ in 2017-11-16 09:38:20 STENBOL – Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, diyar kir ku ne cezakirina bersûcan ji bo şideta li dijî jinê nêvengekê amade dike û wiha got: “OHAL cinayetên jinan ên ‘kiryar nediyar’ zêde kirin. Ji sedî 30’yê cinayetên jinan cinayetên ‘kiryar nediyar’ in.”  Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; di sala 2012’an de 210, di 2013’an de 234, di 2014’an de 294, di 2015’an de 303 û 2016’an de jî 328 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û di 10 mehên 2017’an de jî 339 jin hatine kuştin. Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin Gulsum Kav, sedemên zêdebûna cinayetên jinan nirxandin û got ku sedema zêdebûna cinayetan qanûnên ku li hemberî jinan derdixin bi xwe ne.    ‘NESEPANDINA PEYMANA STENBOLÊ CINAYETAN ZÊDE DIKE’    Kav, da zanîn ku ji bo di sala 2011’an de der barê jinan de hin qanûn hatin çêkirin û qanûna parastinê hat sepandin hejmara cinayetan kêm bûye, lê belê paşê ji ber ku ev qanûn nehatin sepandin her ku çû hejmar zêdetir bû. Kav, dest nîşan kir ku di Gulana 2011’an de Tirkiyeyê Peymana Stenbolê ku peymaneke Konseya Ewropayê ye îmze kiriye, lê belê Tirkiye bereksê madeyên vê peymanê tev geriyaye û ev yek bûye sedem ku cinayetên jinan zêdetir bibin.    Kav, got ku li Tirkiyeyê ji destpêkê ve li hemberî cinayetên jinan tevdîr nehatine girtin û wiha got: “Em platform dibêjin ku bila dawî ‘li bêcezatiya ji bo cinayetan û daxistina cezayan’ bê. Heke em cinayetan asteng bikin û awayên şidetê bi awayekî tund bên cezakirin, wê encam derkevin holê. Dozên ku em wan dişopînin, nêviyên wan di warê ceza de tên daxistin û nêviyê din jî nayên daxistin.”  Kav got ku di cinayetan de dema bersûc nayên cezakirin, ev yek dibe sedema çêbûna nêvengeke şidetê.    ‘SEDEMA DIN JÎ OHAL E’   Kav, diyar kir ku sedemeke din ku dibe sedema zêdebûna cinayetên jinan jî Rewşa Awarte (OHAL) ye. Kav got ku bi OHAL’ê re binpêkirina mafan wek tiştekî normal be tê nîşandan û ev yek dibe sedema ku jin bi îşkenceyê tên kuştin. Kav, dest nîşan kir ku her wiha OHAL cinayetên jinan ên “kiryar nediyar” zêde kirine. Kav got ku ji sedî 30’yê cinayetên jinan cinayetên “kiryar nediyar” in. Her wiha Kav got ku di Cotmeha 2017’an de 40 jin hatine kuştin. Kav diyar kir ku di salên dawî de wan hejmareke wisa nedîtiye û sedema zêdebûna cinayetên jinan ên di meha Cotmehê de wiha got: “Berpirsiyarên vê kesên ku qanûna miftîtiyê anîne û amdekirine û ferzî civakê dikin bi xwe ne.”    Kav, anî ziman ku di lêkolîneke Hacettepe û Wezareta Malbatan de di sala 2014’an de li Tirkiyeyê hejmareke zêde ya jinan bi şidetê re rû bi rû maye. Kav ev tişt gotin: “Ji vana tenê ji sedî 11 ji bo mafên xwe yên huqûqî serlêdanê pêk tînin. Ji sedî 90 jê jî ji bo parastinê serî li qereqol û meqamên edlî didin. Lê belê rayedarên dewletê wan dişînin malên wan. Tenê ji bo rêjeyeke ji sedî 20 kirarî hatine destpêkirin. Ji sedî 80’yê wan şandine malê. Ev daneyên dewletê ne. Jin nayên parastin. Jixwe divê yên bên ber deriyê te tu wan biparêzî, lê rêjeyeke zêde ya jinan jî heye ku şidetê dibîne û dengê xwe nake. Divê dewlet ji bo parastina wan jî li riyekê bigere. Ya ku divê em bikin, em şideta li hemberî jinê daxînin sifirê. Divê em vê yekê di gotinê de nehêlin, bikin. Şideta li hemberî jinê ne afeteke xwezayî ye. Helbet çareya wê heye. Welatên din çawa çareser kirine, em jî dikarin çareser bikin.”   Herî dawî Kav bang li hemû jinan kir ku doza mafên xwe bikin.    MA / Sadiye Eser