‘Wê tu şîdet di tariyê de nemîne’ 2017-11-17 09:05:49 STENBOL – Meclîsa Jinan a Stenbolê, bi dirûşmeya “Wê tu şidet di tariyê de nemîne” bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê kom bibin.  Piştî êrîşên li hemberî cilûbergên ku jin li xwe dikin zêde bûn, di 29’ê Tîrmehê de li ser bangawaziya Dîlber Sunnetçîoglû li ser medyaya civakî jin bi dirûşmeya “Dest nede cilûbergên min” xwe birêxistin kirin û pişt re li Kadikoyê meşeke girseyî li dar xistin. Piştî vê meşê di 6’ê Tebaxê de jin li Parka Demokrasiyê ya Maçkayê hatin gel hev û di encama nîqaşên forma li vir hat lidarxistin de biryara avakirina meclîsên jinan hat dayîn. Meclîsên jinan pêşî li Stenbolê, paşê li Enqere û Îzmîrê hatin avakirin. Her diçe meclis xurtir dibin û heta niha li 8 bajaran hatine avakirin û li 31 bajarên din jî xebatên ji bo avakirina wan tên meşandin.    Endamên Meclîsa Jinan a Stenbolê Dîlber Sunnetçîoglû û Sûltan Gurbey der barê meclîsên hatine avakirin û çalakiyên wan de axivîn.    Sunnetçîoglû, anî ziman ku di demên dawî de ji cilûbergên jinan bigire heta jiyana wan gelek tişt bi mudaxileyan re re rû bi rû dimînin. Sunnetçîoglu, anî ziman ku her diçe li kuçeyan êrîş zêde xwe didin der. Sunnetçîoglu, got ku ji ber van êrîşan êdî jinan hew îdare kir û gotin “bes” e û wiha domand: “Li ser vê me li ser medyaya civakî bang li jinan kir û me li Maçka û Kadikoyê çalakî li dar xistin. Paşê jî me meclîsên jinan ava kirin.”    ‘BILA JIN BÊN MECLÎSAN’    Sunnetçîoglû diyar kir li li meclîsên hatine avakirin di her mijarê de nîqaş çê dibin. Sunnetçîoglû got ku her kes fikrê xwe dibêje û biryareke hevpar xwe dide der û wiha domand: “Meclîsên me meclîsên demokratîk û biedalet in. Em jin in, hêzdar in. Heke em bi hev re tev bigerin em ê di her warî de bi ser bikevin. Em qet ne bêhêvî ne. Bi tena serê xwe em dikarin bitêkoşin; lê em çi qas zêde bibin em ê ewqas hêzdar bibin.” Sunnetçîoglû, bang li jinan kir da werin meclîsan.    ‘LI ZANÎNGEHAN JÎ MECLÎS HATIN AVAKIRIN’    Endama Meclîsa Jinan a Stenbolê Sûltan Gurbey jî, diyar kir ku wan li 8 bajaran meclîs ava kirine û ev yek berbelavtir dibe. Gurbey, got ku li zanîngehan jî meclîsên jinan tên avakirin û ev tişt gotin: “Tekane tişta ku meclîsên jinan dixwazin bikin, a rast hay jê çê dibe ku di jiyana rojane de bi şidetê re rû bi rû dimîne. Ji şidetê qesda me; asta şidetê ya fizîkî, derûnî û hwd. ne.” Gurbey, anî ziman ku îktîdar dixwaze jinê ji civakê dûr bixîne, îzole bike û wiha domand: “Em vê yekê di mînakên wek metrobusên helesorî de dibînin. Dixwazin di qada xebatê û gihaniya giştî de jinan cuda bikin. Ji ber dapîr û bapîr li neviyên xwe dinerin bi awayekî cuzî pere tên dayîn. Ev tê wateya dagirkirina mafê jinê, keda jinê. Ya ku em dixwazin ew e ku di vî warî hayjêxwebûnê li jinê peyda bikin.”    MECLÎSÊN JINAN AMADEKARIYÊN 25’Ê MIJDARÊ DIKIN    Gurbey, got ku jin ne bi tenê ne û wiha got: “Tişta em jê re dibêjin meclîs, zemîna ku huqûqa şexsî lê dixebite. Fikrên her kesî biqîmet in. Gotinên me hemûyan hene. Bila jin di facebookê de ‘kadın meclisleri’, di twîtterê de ‘@kadinmeclisi’ bişopînin. Em dem bi dem forumên beşdarbûyîna meclîsên jinan parve dikin. Bila forman dagirin û dema bi şidetekê re rû bi rû man, dikarin serî li me bidin. Tu jin ne bi tenê ye.”    Gurbey, dest nîşan kir ku li hemû bajarên ku meclîsên jinan lê hatine avakirin ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Hemberî Jinê ya Navnetewî wan xebata dane destpêkirin. Gurbey bi dirûşmeya “Wê tu şidet di tariyê de nemîne” bang li li hemû jinan kir da di 24’ê Mijdarê de li Kadikoyê bên gel hev.    MA / Sadiye Eser