‘Divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn bixin rojevê’ 2019-05-27 09:04:36 ÎZMÎR - Nûnerên rêxistinên jinan bertek nîşanî Dadgeha Bilind ku cezayê muebetê yê Nevîn Yildirim erê kir dan û gotin: “Ne edalet zilam, divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn carek din bixin rojevê.” 1'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind, biryara Dadgeha Cezayê Giran a Yalvaçê ya cezayê muebetê li Nevin Yildirim birîbû erê kir. Nevîn Yildirim, bi sedema Nurettin Gider tecawizî wê kiribû ew kuşt û hat girtin, dadgehê cezayê muebetê lê birîbû. Nûnerên rêxistinên jinan ên bertek nîşanî encama dozê dan, diyar kirin ku di doza Yildirim de, polîtîkayên dijminantiya jinê ya desthilatdariyê derketiye holê.    ‘MEDYA HEWL DIDE CÎNAYETAN VEŞÊ RE’   Endama Piştevaniya Mor a Îzmîrê Denîz Ûslû, diyar kir ku medya serdest, desthilatdariya zilam xwedî dike û wiha axivî: “Em xwedî pergalek medyayek serdest û edaletê ne. Niha dixwazin kuştina Şûle Çet jî veşêrin. Me nûçeyên ku ev hewldan nîşan dan jî dîtin. Em bûn şahid ku di nûçeyan de jin weke beden tê dîtin.”   ‘EMÊ XWE PAŞVE NEDIN’   Ûslû, da zanîn ku cezayê tê xwestin ji bo kujerên jinan nayê dayîn û wiha  got: “Kujer kravat girê didin û wisan tên dadgehan. Ji bo ku ji rewşa baş cezayek kêm bigirin. Yildirim di sala 2012’an de Nurettîn Gîder ê tim tecawîzê wê dikir kuşt. Ev li dijî tecawîzê serî rakirinek bû. Serî li hemberî jiyana ferzî wê dihat kirin rakir. Daraza zilam a ku em behsa wê dikin, cezayên kêm dide qatilên jinan, lê jineke ku parastina rewa kirî, ji bo Nevîn Yildirim cezayê herî giran dibire. Divê div ê dozê de ceza nehatiba dayîn. Ji ber ku Nevîn mafê xwe yê parastinê bi kar anî. Rêxistinên jinan di pêvajoya doza Yildirim de gelek çalakî li dar xistin. Bêguman li hemberî cezayê ji bo Nevîn hat dayîn emê paşve gav ne avêjin. Bere vajî emê dest ji têkoşîna xwe, mafê xwe û parastina jiyana xwe bernedin.”   ‘PIŞTEVANÎ DÊ EDALETA RAST BÎNE’   Endama Tora Parastina Jinan a Îzmîrê Gîzem Coşkûn jî, da zanîn ku bi taybetî li dijî tundiyê daxwazên jinan pirin û wiha axivî: “Di pêvajoya 17 salên desthilatariya AKP’ê de, cînayetên jinan, tecawîza zarokan û tundiya  li dijî jin û zarokan zêdetir bû. Sedema vê yekê, desthilatdarî polîtîkayên dijminantiya jinan dixwe navenda siyasetê ye.”    Coşkûn, dest nîşan kir ku dewlet bi polîtîkayên bi rêve dibe, tundiya li dijî jinan diparêzer û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cezayê kêm ê ji bo kujerên jinan tên dayîn, mixabin ji bo jinên xwe diparêzin nayê dayîn. Doza Nevîn Yildirim jî yek ji van mînaka ne. Ji bo vê jî divê jin li dijî polîtîkayên dewletê têkoşîna xwe mezintir bikin. Ne edaleta zilam, divê em daxwaza xwe ya edaleta rast li ser Nevîn re nû bikin û bixin rojevê. Emê bi piştevaniya jinan edalet rast bi cih bînin.”