Şerîn a ji Reqayê: Daxwaz û têkoşîna me azadî bû 2017-11-19 10:02:28   RIHA – Jina reqqayî Şerîn Cesîm Muhammed bi gotinên “Em derketin kolanan, tenê sloganek me hebû, azadî û di serî de azadiya jinê” behsa têkoşîna jinan kir û ji çirûskên ewil ên ku ji sala 2011’an ve li Sûriyê pêketin şûn ve xwe li kolanan dibîne.    Dayika 2 zarokan a reqqayî Şerîn Cesîm Muhammed, li bajarê Reqayê tê dinê û li wir mezin dibe û niha jî têkoşîna xwe li Rihayê didomîne. Muhammed diyar kir ku çawa ku li her devera cîhanê jin tune tên hesibandin li Sûriyê jin tune tên hesibandin û bi salan ji bo rêxistinkirina jinan têkoşîn daye meşandin. Muhammed destnîşan kir ku bi raperîna ewil a li Sûriyê re ji bo azadiya jinê û ji bo axa xwe derketiye kolanan û ji aliyê rejîm û rêxistinên nepen ve gef lê hatine xwarin û li ser vê yekê neçar maye welatê xwe biterikîne û hatiye Rihayê.    Muhammed anî ziman ku hişmendiya wê ya zayendî bi zewaca bavê wê ya 9 caran pêk aniye derketiye holê û li hember feraseta baviksalarî serî rakiriye û pergala baviksalarî ya zilam jinan dike kole û vîna wê tune dihesibîne.    ‘DAXWAZA JINAN A AZADIYÊ WÊREKIYÊ DA HERKESÎ’    Muhammed derketina xwe ya qadan a li Sûriyê wiha anî ziman: “Welat di bin agir de bû. li wir rejîmek zalim hebû. Ez jî beşdarî xwepêşandanên bêçek bûm. Dema em derketin kolanan tenê sloganek me hebû û me digot ‘Azadî’. Di serî de daxwaza me azadiya jinê bû û ji bo jin azad bibe em derketin qadan. Di destpêka serhildanan de rola jinê ya li wir girîng bû. Daketina jinan a qadan wêrekiyê dida herkesî.”    ‘JI BO MAFÊ JINAN MIN GAV NEAVÊT PAŞ’   Muhammed da zanîn ku berxwedana wan li qadan da nîşandan her çiqas rastî gef û zextan jî lê wê ji têkoşîna xwe gav neavêt paş û her çiqas gelek caran hat binçavkirin jî lê divê wan mafê jinê bi dest bixista.    KURÊ XWE DI ŞER DE WINDA KIR    Muhammed dema behsa kurê xwe yê 22 salî kir xemgîn bû û got: “Kurê min di şer de jiyana xwe ji dest da. Tenê kurê mine w bû. Di çalakiyan de me mil dida milê hev. Me hev bernedida. Heta roja dawî em li welatê xwe man û me têkoşîn kir. Min nexwest bêm Tirkiyeyê. Lê gefên mirinê l imin xwarin. Beriya salek û nîvê ez hatim Rihayê. Têkoşîna min li vir jî dewam dike.”  Muhammed di dawiya axaftina xwe got ku dê jin her tim hebin û dê ji bo azadî û mafê jinê têkoşîna xwe berdewam bike.    MA / Arjîn Dîlek Oncel