Jin dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li qadan bin 2017-11-19 15:47:25   AMED – Jinên endamên Platforma Demokrasî û Kedê diyar kirin ku dê ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê dakevin qadan û bê navber çalakiyan li dar bixin.    Jinên endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya ji saziyên KESK, DÎSK, TMMOB, Odeya Bijîşkan a Amedê û Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) pêk tê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya ser Jinê ya Navneteweyî civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên platformê bernameya rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê bi raya giştî re parve kirin.    Civîn li Şaxa SES’ê ya Amedê pêk hat. Berdevka Demê ya Meclîsa Jinan a KESK’ê Rozerîn Çatak daxuyaniya hevpar xwend û got: “Ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê li pey xeyalên xwe em her tim di çalakiyê de ne. Vê rejîma faşîst û zayendparêz herî zêde bi rêxistinbûna jinan, çalakiyên bêanvber û têkoşîna biryardayî dikare bê belavkirin. Me wek jinan biryar da ku ji 25’ê Mijdarê heta 8’ê Adarê bênavber em ê xeta çalakiyê bidin destpêkirin.”    SLOGANA ÇALAKIYAN: BIKEVE PEY    Çatak destnîşan kir ku slogana bingehîn ên çalakiyên wan “Bike pey” e û ew ê bikevin pey azadî, maf, wekhevî û xeyalên xwe û dê têkoşîna mezintir bikin.    Çatak bernameya çalakiyên heta 25’ê Mijdarê wiha aşkere kir:    * “Em bi jinên kedkar re bên gel hev û tundiya dewlet û zilaman teşhîr bikin. Em ê li seranserî hefteyekê li ber kargehan û xwaringehan stantan vekin û belavokên 25’ê Mijdarê belav bikin.   Seranserî hefteyekê em ê li kargehên xwe tundiya li dijî jinê teşhîr bikin.    * Roja 21’ê mijdarê li ber miftîtiyê kom bibin û li dijî “Qanûna bêhikum a miftîtiyê” daxuyaniyê bidin.    * Di 22’ê mijdarê de em ê di serî de ji Nuriye Gulmen re û ji hemû jinên nexweş ên girtî kartan bişînin û li ber postaxaneyê daxuyaniyê bidin.    * Di çarçoveya kapmanya KESK, DÎSK, TTB Û TMMOB ya li dijî OHAL’ê de panelan li dar bixin.    * Roja 25’ê Mijdarê em ê li hemû bajaran bi hemû pêkhatiyên jinan re li qadan bin û li dijî tundiyê rawestin."