Şaredariya HDP'ê ji sedî 50 jinan digire kar 2019-07-04 11:34:27 AMED - Meclisa Şaredariya Hezroyê biryar girt ku ji bo girtina xebatkarên îdarî û teknîkî dê ji sedî 50 kotaya jinê pêk bîne.  Şaredariya Hezroyê ya Amedê ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve tê birêvebirin, di civîna meclisa xwe ya tîrmehê de ji bo girtina kar biryareke nû girt. Meclisê ji bo pêkanîna nûnertiya wekhev biryar girt ku kesên ku bigire kar ji sedî 50 jin bin.     Hevşaredara Hezroyê Gulistan Ektî têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: "Ji ber pêvajoya şer qada jiyanê ji jinan re nemaye. Me çawa dest kar kir hewl da ku ji bo jinan qadên pêş bixînin. Heta niha jî em li gorî vê biryara xwe tevgeriyane û kesan girtiye kar. Duh biryar di meclisa me de derbas bû. Em biryara xwe ji bo prensîbên HDP'ê weke destkeftiyekê dibînin.    Hevşaredar Ahmet Çelîk jî têkilarî biyarê got ku biryara cûdabûna şaredariyên HDP'ê ye.