Jinên karker: Li malê zextên mêr, li zeviyê zextên çawûş 2017-11-22 09:20:23 MÊRSÎN - Jinên di karên narenciyê de dixebitin, aşkera kirin ku li malê zextên mêr, li zeviyê jî zexta çawûşan li ser wan heye. Jinan destnîşan kir ku ew 12 saetan dixebitin, yomiya wan kêm û heqdestiya wan tê xwarin. Yek jî bajarên ku herî zêde keda karkeran lê tê xwarin Mêrsîn e, bi hatina demsala narenciyê re jinên di baxçeyên narenciyan de dixebitin, gelek zehmetiyan dikişînin. Baxçeyên li navçeya Akdenîzê qasî 4 hezar karker têde dixebitin, nîveke van karkeran jin in. Jinên karker destnîşan kirin ku li malê zextên mêr, li baxçe û zeviyan jî zextên çawûşan wan bêzar dikin.   Dema me xwest em ji bo pirsgirêkên karkeran guhdar bikin çûn zeviyê, çawûş ji bo axaftina jinan asteng bike, gefa "kesê ji karê xwe hez nake dikare veqete" li jinan xwar. Li ser vê hişyariyê hin jinan nexwest dîmenên wan bên kişandin. Jinan da zanîn ku ew 12 saetan dixebitin, yomiya wan kêm didin wan û keda wan tê xwarin.   'HEKE ZAROK NEBÛNA EZ NEDIXEBITÎM'   Fatma Yaman diyar kir ku ew 3 sal e di karê baxçe û zeviyan de dixebite û wiha got: "Em sibê zû saet di 3.00'an de hişyar dibin, serwîsên ku tên em lê sîwar dibin û diçin zeviyan. Em saet di 5.00'an de dest bi kar dikin. Heta êvarê dixebitin. Tenê navbera nîvro em bêhna xwe distînin. Divê yomiya me 60 TL be, lê çawûş 55 TL an jî 58 TL'yî didin me. Em ew qas kedê didin; lê heqê wê keda me nadin." Yaman aşkera kir ku ew dayika 3 zarokan e, ji bo pêşeroja zarokên xwe dixebite, heke ew nebûna dê li zeviyan ew qas tede nekişanda. Yaman da zanîn ku wê kurê xwe jî ji bo xebatê aniye zeviyê û wiha pê de çû: "Min kurê xwe şand dibistanê, piştî dibistana seretayî nexwest bixebite. Ji bo li kuçeyan vala negere û hînê tiştên heşîşê nebe, min ew jî bi xwe re anî baxçe."   'NE KAR MÊTINGERÎ’    Sevda Atli anî ziman ku ew 5 sal e di karê narenciyê de dixebite, ji bo di baxçeyan de bixebite ji Sêrtê hatiye. Atli got ku karê narenciyê gelekî zehmet e, ji ber baran jî bariye, karê wan bêhtirî zehmet bûye. Atli da zanîn ku ew 18 salî ye û ji ber ku şertên wanên aboriyê ne baş in ew neçar e bixebite û wiha pê de çû: "Ji ber ku pîşeyekî min tune ez neçar im biçim baxçeyan. Tu ewlehiya me ya civakî tune û em di wan şertan de dixebitin. Di şeveqa sibehê de em diçin baxçeyan. Lê pereyê ku em digirin 58 TL ye. Ya me ne kar mêtirgerî ye."   ‘EM HEM LI BAXÇE Û HEM JÎ LI MALÊ DIXEBITIN’   Jina nexwest navê xwe bêje, piştrast kir ku ew 2 sal e li zeviyan dixebite û ev tişt anî ziman: "Em di şeveqa sibehê de li Tarsusê radibin û tên. Rêya me dirêj e. Em qasî 2 saetan rê diçin. Em carna di rê de radizên. Em neçar in heta êvarê bixebitin. Karê zevî û baxçeyan gelekî zehmet e. Bi taybetî jin hem li malê û hem jî li zeviyan dixebitin. Wekî ku hûn jî dibînin, dema em dengê xwe derdixn nanê me û karê me ji destê me digirin. Li her derî 60 TL yomiye didin, li vir 55 TL'yî didin. Divê berdêla keda me ew qas ne erzan be."