Jinên li Stenbolê: Em bi hemû rengên xwe li Tunêlê bin 2017-11-22 11:09:47 STENBOL – Jinan banga ji bo meşa di 25’ê Mijdarê de ji Tunêlê heta Lîseya Galatasarayê pêk bînin kir û got: “Em ê bi hemû rengên xwe li Tunêlê bin.”  Jinên li Stenbolê banga meşa bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Navnetewî ku ji aliyê Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê bê lidarxistin kirin. Meş dê roja 25’ê Mijdarê saet di 18.00’an de ji Tunêlê dest pê bike û heta Lîseya Galatasarayê dewam bike. Piştî meşê dê daxuyanî bê dayîn.    Endama Jinan a Halkevcî Ruya Kurtuluş diyar kir ku her kêlî li Tirkiyeyê li dijî jinan tundî pêk tê û got: “Ji kolanê bigire heta malê jin rastî her cûre pêkûtî û tundiyê tê. Gotinên cudakar û yên zayendperest li dijî jinê tên gotin. Ev yek hemû li ser jinê tundiyê ferz dikin. Em ê di 25’ê Mijdarê de bêjin jin serî natewînin. Jin koletiyê nakin û serî li ber tundiyê natewînin. Em ê dest ji maf û jiyana xwe bernedin. Em ê wê rojê li kolanan bin.”    'LI DIJÎ ÎXRACAN EM LI TUNÊLÊ NE’    Sekretera Jinan a Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 6’emîn a Zanîngehan Gultan Ergun jî bal kişand ser pêla îxrackirina û got: “110 hezar kedkarên cemaweriyê îxrac kirin. Ji van kedkaran 56 kesan întîxar kir. Hema bêje nîvê van kesan jin in. Bi îxrackirinê dixwazin jinan dafdin derveyî civakê. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî tundî û îxracan li Tunêlê amade bin.”    ‘DAKEVIN QADAN’    Endama Meclîsa Jinan a Îlerîcî Gamze Abay jî got: “Di serdema OHAL’ê de di kuştina jinan, tundî, tacîz û tecawiz zêde bûn. Li dijî van pêkanînan em bang li jinan dikin ku di 25’ê mijdarê de dakevin qadan.”    ‘EM Ê BI RENG Û ÇANDA XWE BIMEŞIN’   Endama Kordînasyona Jinan a HDK’ê Neslîhan Acar jî têkildarî munasebeta 25’ê ev tişt got: “Di 25’ê Mijdarê de em ê li dijî tundiya li ser jinê, taciz, tecawiz, talangeriya çandê, mêtingeriyê, zext û îşkenceyê bi hemû reng, nasname, ziman, bawerî, hebûn, beden û ruhê xwe ji Tunêlê bimeşin Galatasarayê. Li dijî tundiya zilam-dewletê em dest ji jiyan û têkoşîna xwe bernedin. Ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî çalakiyê bibin.”