Ji bo mitînga TJA ya Wanê destûr hat dayîn 2017-11-23 17:09:52 WAN - Waliyê Wanê, destûr da mîtînga Wanê ya roja Şemiyê ku dê bi pêşengiya TJA’yê bê lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan, diyar kir ku dê jin li qadan ‘Ji tecrîtê re bêjin êdî bese.’   Bi pêşengtiya Tavgera Jinên Azad (TJA), dê bi dirûşmeya “Dê tecrît winda bike, azadî qezenç bike” roja Şemiyê li Wanê mitîng bê lidarxistin. Ji bo mitîngê destûr hat dayîn. Têkildarî mitîngê aktîvîstên TJA’yê li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li darxistin.     Li ser navê jinan Parlamentera HDP’a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan daxuyanî da û wiha got: “Amadekariyên me yên mitîngê ber bi dawî ve diçin. Walî destûr da mitîngê. Em ê roja 25’ê Mijdarê, li Parka Aştiyê ya Musa Anter kom bibin û li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin. Em hemû jin dê bi yek dengî ji tundî û komkujiyên li ser jinan re bêjin êdî bese. Di heman demê de em ê ji ‘Tecrîtê re jî bêjin êdî bese.’ Em hemû jinên Wanê vedîxwîn in mitîngê.”