'Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin' 2017-11-25 14:25:28 ÎZMÎR - Navenda Piştevaniyê û Sitargeha Jinan yên di navbera 11-13'ê mijdarê de li Antalyayê komxebat pêk anîbûn, encamnameya wê bi raya giştî re parve kirin. Jinan xwestin saziyên jinan ên hatine girtin bên vekirin û OHAL rabe.  Navenda Piştevaniyê û Sitargeha Jinan, di navbera 11-13'ê mijdarê de li Antalyayê komxebata "Xwedîderketina destkeftiyan û Berdewamkirina têkoşîna li dijî tundiya mêr" pêk anîbûn. Ji 27 bajaran 50 saziyên jinan, 42 rêxistinên cemaweriyê bi giştî 280 jin tev li komxebatê bûbûn.  Jinan encamnameya wê bi raya giştî re parve kirin. Jinan xwestin saziyên jinan ên hatine girtin bên vekirin û OHAL rabe.    Jinan encamname li Şaxa Hêjmar 1 a TUMBELSEN'ê ya Îzmirê bi raya giştî re parve kir. Li ser Navênda Jinan Badegul Guler, encamname xwend. Guler, encamname parve kir û wiha got:    * Divê berî her tiştî OHAL ku 16 mehin didome û rê li pêş tundiyê vedike bê rakirin. Divê saziyên jinan ên hatin girtin bên vekirin. Divê jinên karên wan ji destê wan hatiye girtin dîsa bidin wan.    * Divê di her ast û qada rêveberiyên navendî û herêmî de dawî li gotinên tundiyê bînin. Divê gotinên nifrîn û tundiyê bên qedexekirin. Divê der barê wan de karê zagonî bê kirin.    * Divê peymana Îstanbul li ber çavan bê girtin û divê daxuyaniya jinê esas bê girtin.    * Divê li gorî peymana Îstanbul  hem di qada herêmî de û hem jî di qada neteweyî de saziyên parastina jinan bên zêdekirin û navendên piştevaniyê bên zêdekirin.    * Divê jinên ku serî li ŞONÎM’ê didin îfadeya wan li qereqol û midûriyetên polîsan nayê girtin.    * Şaredariyên ku stargehên wan hene, jinên ku serî li wan didin wan arasteyî ŞONİM’ê nekin. Divê şaredarî dawî li van zordariyan bîne.    * Divê astengî û bendên li pêş jinên astengdar ên dixwazin bên parastin bê rakirin û jinên astengdar karibin bi hêzanî sûdê ji stargeh û ŞONİM’an bigirin.    * Divê di nava saziyên parastinê de yên astengdar jî cihê xwe bigirin.    * Divê şert û mercên stargehan bên başkirin û divê bê navber perwerde bê dayîn.    Divê endamên bi nîtelîk û xwedî pîşe û perwerde di ŞONÎMAN de cih bigirin   Divê di ŞOMÎNAN 'de ji bilî daxwaza kesên serî li wan daye û cih digirin bêyî daxwaza wan baweriyê û îbadeta baweriyê li wan ferz nekin.  Divê der barê zanistiya zayendî de bên perwerdekirin. Divê dawi li xwestina raporan bînin û kesên dixwazin serî li wan bidin raporê ji wan nexwazin. Divê jin û zarokên li ŞOMÎNÊ dimînin mafê wan ê perwerde, tenduristî û xizmetên din bi dizî bê girtin.  Divê ji bo xizmeta pîşeyî, civakî, tenduristî û perwerdehiyê hemû derfet bên dayîn. Divê ji bo jinên xizan malên demborî ji bo wan bên vekirin. Divê xizmeta pirzimanî bê dayîn.    Divê saziyên navbênkar kesan teşwîkî li hev bên neke. Dive dema wezareta dadê navbênkariyê dike serî li saziyên jinan bidin.  Divê her gav li gorî peymana Îstanbol bê avêtin.  Divê rê li pêş xizmeta civaki û derûnî vekin û jin karibin bi hêsanî sûdê ji van xizmetên civakî û derûnî bidin.