Di dozên tundiya li dijî jinan de qanûn tên îhlalkirin 2017-11-27 14:28:09 EDENE/RIHA - Parêzerên jin ên Edene û Rihayê, bal kişandin ser tundiya li dijî mafên jinan diyar kirin ku di navbera mevzuat û pêkanînê de nakokî heye.    Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Edeneyê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî di salona parêzeran de civîna çapemeniyê li dar xist. Seroka Komîsyona Mafê Jinan a Baroyê Prz. Denîz Eylem Coşkun, di civînê de axivî û bal kişand ser zêdebûna tundiyê ya li dijî jinan. Coşkun, diyar kir ku her ku diçe tundiya li ser jinan zêdetir dibe û wiha bilêv kir: “Ji ber ku berî her tiştî em jin û mirovin, bêyî ku em bitirsin, em ê qîrîna xwe bidomîn in.”    'DIVÊ PÊŞÎ LI TUNDIYÊ BÊ GIRTI'   Coşkun, anî ziman ku guhertinên di qanûnan de hatin kirin, têra pêşî lêgirtina tundiya li ser jinan nekir û wiha pê de çû: “Di heman demê mafê herî jiyanî ji destên jinan hat girtin û hatin kuştin. Sedema zêdebûna tundiyê girîng e. Li welatê me pêkanînên xwedî mijarê pir kêmin. Ger em dixwazin di têkoşîna xwe der serkeftîbin divê em hewldanên xwe zêde bikin. Ji bo ku em bikaribîn pêşî li tundiyê bigirin divê em rêbazên têkoşîna xwe dewlemend bikin.”   Coşkun, destnîşan kir ku ji bo bidawî anîna tundiyê divê dewlet pir alî polîtîkayan pêş bixe û wiha bi dawî kir: “Divê ev têkoşîn di asata civakî de bi awayekê giştî bê meşandin. Divê di civakê de hişmendiya heyî bê guhertin.”   RIHA    Li Rihayê jî Komîsyona Jinan a Baroya Rihayê bi heman armancê li pêş Edliyê daxuyanî da çapemiyê. Li ser navê komîsyonê Dîlara Înal, diyar kir ku li Tirkiye ya nifûsa wê nêvî jin in, di qada wekheviya jin û mêr de di nava 145 welatan de di rêza 130’emîn de ye. Înal, anî ziman ku li Rihayê di 25'ê mijdarê de Belkıs V. ji aliyê bavê xwe Hakki V. ve hat kuştin û wiha got: "Em dê hemû tundî û cînayetên li dijî jinan bişopînin. Divê tedbîrên zagonî û pratîka wan bên guhertin."