Bi dirûtina kincên herêmî çandê diparêze 2017-11-30 09:14:30 ÎDIR – Elmas Çakmaz a li gundê Karakuyu dijî kirasên herêmî, fîstan û kofiyan didirû. Çakmaz diyar kir ku heta ji destê wê bê dê vê çandê bide jiyîn û got: “Heke çanda me winda bibe, em ê jî winda bibin.”  Elmas Çakmaz a 70 salî ku li gundê Karakuyu dijî, kiras û fîstanên rengîn ên herêmî, navtengên bi morî û kofiyên bi morî didirû. Çakmaz ji bo kinc û bergên dayik û pîra wê yên herêmî lixwe dikir neyên winda kirin 20 sale dirûtinê dike û got ku herî zêde jin di Cejna Newrozê de eleqeyek mezin nîşanî kincan dide.    ‘ÇANDA ME TUNE BIBE EM Ê JÎ TUNE BIBIN’    Çakmaz diyar kir ku li Îdirê qumaşên herî bi qalîte dikire li malê didirû û wiha got: “Ji ber ku sergêjiya vî karî heye rojê tenê kincekî didirûm. Jinên gund tên kincên ez didirûm dikirin. Kirîn qûmaş û dirûtina fîstanekê li ser dibe 150 lîre. Li gorî qûmaş bihayê fîstanan jî diguhere. Ez vê pîşeyê ji dayika xwe fêr bûm û fêrî zarokên xwe jî dikim. Dê ew jî fêrî zarokên xwe bikin. Wê ev çanda me ya kincan wisa berdewam bike. Ez naxwazim çanda fîstan û kirasên dayik û dapîra min lixwe dikirin bên windakirin. Ev lixwekirin çanda me ye. Heke çanda me winda bibe dê em jî winda bibin.”    ‘KOFÎ XEMLA ÇANDA ME YE’    Çakmaz da zanîn ku li gel kincan kofî û navtengan jî çêdike û ev aksesûar jî jênevegera çanda kincên wan e. Çakmaz destnîşan kir ku çêkirina kofî û navtengan bi rojan dewam dike û wiha pêde çû: “Ji ber ku ez xwerû bi destan çêdikim gelek zor û zehmet e. Kofî jinên ciwan didin serê xwe û xweşikiyê li xemla wan zêde dike. Kofî di çanda me de gelek binirx e.” Çakmaz got ku ew ji bilî kincên herêmî kincên din nadirû û heta ji destê wê bê dê vê çand û pîşeya xwe dewam bike.