‘Îşkence li girtiyên jin tê kirin’ 2019-11-23 16:29:04 ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya hefteya 272’yemîn de, diyar kir ku li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn 23 girtiyên jin ên nexweş rastî mûameleyên xerab hatin û li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Kayseriyê jî rewşa 3 girtiyên jin girane. Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di çalakiya xwe ya hefteya 272’yemîn de, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên nexweş. Endamên înîsiyatîfê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê kom bûn û li ser navê înîsiyatîfê Sevîl Tûrgût daxuyanî da.    Tûrgût anî ziman ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê û Girtîgeha Jinan a Kayseriyê bi giştî 23 jinên nexweş hene û derbarê girtiyên jin yek bi yek hurguliyên nexweşînên wan da.    ‘ÎŞKENCE LI GIRTIYAN TÊ KIRIN’    Pişt re Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Melek Gîray jî bal kişand ser muameleya xerab a li dijî jinên girtî û îşkence li girtiyan tê kirin û mafên wan tên binpêkirin. Gîray da zanîn ku îşkencekirin sûcê li dijî mirovahiyê ye.