Jinan banga tevlêbûna meşa şevê kirin 2019-11-24 17:02:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Mêrdîn û Colemêrgê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, çalakî li dar xistin. Jinan li Amedê jî bang li tevlêbûna meşa şevê  kirin û xwest her kes beşdarî meşa şevê bibin.  Jinan, li Mêrdîn, Colemêrg û Amedê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, çalakî li dar xistin. Jinan, di çalakiyê de bagn li tevlêbûna meşên şevê  kirin û xwest her kes beşdarî meşa şevê bibin.    MÊRDÎN    Platforma Jinan a Mêrdînê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, li Platforma Şaxan a KESK'ê ya Mêrdîne kom bûn û bi hevre nepoxên Xemrî yên wêneyên jinên hatine qetilkirin lê zeliqandin û firotin. Di platformê de endama platformê Derya Etem, bal kişand ser kuştina jinan û diyar kir ku kesên jinan qetil dikin bên ceza dimînin û wiha got: "Em soz didin ku em tu carî têkoşîna wan li erdê nahêlin û em dê bilind bikin. Piştre fîlmê "Yarim Ay" temaşe kirin.   AMED    Komeleya Jinê ya Roza ya Amedê jî bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, dê sibê li Amedê meşekê li dar bixin. Jinan têkildarî banga meşa sibê belavok belav kirin. Jin li ber avahiya HDP'ê ya Rezan kom bûn û heta Kolana Sakarya belavok belav kirin.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Beritan Onen, diyar kir ku ji bo ji kuştinên jinan re bêjin bes e divê li kolanan dengê xwe bilind bikin û wiha got: "Em armanc dikin ku xwe bigînin hemû jinên bajar. Onen, anî ziman ku dê sibê li dijî hemû tundî û êrîşên li ser jinan li qadan bin. Sibê saet di 16.00’an de dê li Ofîsa Yenişehirê jin li hev kom bibin û heta Qada Îstasyonê bimeşin.    COLEMÊRG    Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP'ê ya Colemêrgê Sipan Turan, Hevşaredara Colemêrgê Humeyra Armut, Endamên Meclîsa Dayikên Aşktiyê, Endamên Meclîsa şaredariyê û aktîvîstên TJA'yê û gelek jinên din amade bûn. Endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê Sinem Seven diyar kir ku li dijî cînayetên jinan, cudakarî, hişmendiya mêrê serdest, tundiya nava malê, xezpa destkeftiyên jinan, nijadparestî û şer piştevaniya jinê bi rêxistin dikin û dengê xwe bilind dikin."    Jinan piştre sinevizyona ku tindiya li ser jinê tîne ziman temaşe kirin.