Çalakiya ji bo Ceren Ozdemîr dîsa hat astengkirin 2019-12-18 16:52:00   WAN – Jinên HDP’yî xwestin têkildarî tundiya ser jinan û ji bo kujerê Ceren Ozdemîr li Wanê daxuyaniyek bidin lê polîsan çalakî asteng kir.    Endamên Meclîsa Jinan a HDP’a Wanê xwest têkildarî tundiya li dijî jinan û kujerê Ceren Ozdemîr a li bajarê Orduyê ji aliyê Ozgur Ardûç ve hat kuştin û wî sewqî Girtîgeha Wanê kirin li ber Parqa Feqiyê Teyran daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan daxuyaniya jinan bi hênceta biryara qedexeyê ya çalakî û daxuyaniyan a Walîtiya Wanê heye destûr neda çalakiya jinan. Li ser vê yekê jinan li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê daxuyanî dan. Jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kir û li ser navê jinan Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Wanê Oznur Bartin daxuyanî da. Bartin got daraz û îqtîdar ewlehiya kujeran diparêz e û di heman demê de ji ber ku AKP wêrekiyê dide van kuştinan şirîkê van kuştinan e. Bartin got li çar aliyê dinyayê jin li dijî pergala baviksalar û serdestiya zilaman têdikoşin û ew ê li hesabê kuştina jinan pirs bikin.   Jinan du roj berê jî xwestibû heman çalakiyê li dar bixe û dîsa polîsan ew asteng kiribû.