TGB'ê bertek nîşanî dansa ‘Las Tesis' a jinan da 2019-12-24 16:15:14   ENQERE - Yekîtiya Ciwanên Tirkiye (TGB), beriya ku jin li Zanîngeha Enqereyê dansa “Las Tesis” bidin nîşandan, bertek nîşan dan. Jinên zanîngehê jî gotin: "Ji înada dijminantiya jinê re em dê li her derê bi boyaxa xemrî dansê bikin."    Xwendekarên Jin ên Zanîngeha Enqereyê, dê sibê li Zanîngeha Enqereyê dansa “Las Tesis” bidin pêşandan. Beriya jin dansê bidin pêşandan, Yekîtiya Ciwanên Tirrkiye (TGB) li dijî vê çalakiyê daxuyanî dan. TGB'ê li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê daxuyanî dan û pankarta “Hûn dizanîn bi kêre dansê dikin" vekirin. Nûnerên TGB’ê diyar kirin ku ew destûr nadin ku li Zanîngeha Enqereyê bi navê dansa ‘Las Tesis’ dijminantiya dewletê bikin.    Jinan jî bertek nîşanî daxuyaniya TGB'ê dan û boyaxa xemrî avêt ser TGB'iyan. Polîsan mudaxaleyî jinan kir û 9 jin binçav kirin. Polîsan bi hinceta li dijî xala 2911'an muxalefet kiriye, 320 TL cezayê pereyan li wan birî û serbest berdan.    Jinan piştre li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew dê pêşandana dansê berdewam bikin.