Jinên Bedlîsî çanda pêtina nanê tenûrê belav dikin 2017-12-15 09:08:23 BEDLÎS - Makbûle Uşer a nanê tendûrê çê dike û difiroşe, diyar kir ku piştî wan dest bi pêhtina nanê tenûrê kir, gelek jinên din jî dest pê kirin û wiha got: "Em bûn munasebata ku ev çand li her derê berbelav bibe."    Li gelek taxên Bedlîsê, nanê tenûrê tê çêkirin. Her çi qas firin zêde bin jî, lê belê gelê bêtir nanê tenûrê tercîh dike û ev yek bû sedem ku li bajêr gelek malên tenûrê bên çêkirin û vekirin. Li Bedlîsê piştî ku 3 jinan mala tenûrê vekir, ev rewş tesîr li jinên din jî kir û wan jî dest bi vî karî kir.    ELEQEYEKE ZÊDE HEYE    Li bajêr yek ji wan jinên ku cara ewil mala tendûrê vekir Makbûle Uşera 50 salî ye. Uşer, got ku ji bo ew aboriya xwe çê bike tiştekî wisa kiriye. Uşer anî ziman ku ew tevî herdu jinên pê re diaxivin rojê bi sedan nanê tenûrê çê dikin û eleqeyeke zêde ji bo nanê tenûrê heye. Uşer got ku ew sibehê zû diçin dikana xwe vedikin. Uşer diyar kir ku vêxistina tenûrê û pihêtina nanê tenûrê karekî zehmet e û ev tişt gotin: "Em bûn munasebata ku careke din ev çand berbelav bibe. Êdî hew maye ku firin derabeyên xwe deynin. Êdî jin yeko yeko li taxên xwe malên tenûrê çê dikin. Em bi vê rewşê zaf kêfxweş in."    'DIXWAZIM EV EDET TIM HEBE'    Uşer wiha axivî: "4 zarokan didim xwendin. Heqê mesrefên wan didim û debara malê dikim. Ev kar ji rûniştina malê çêtir e. Zor û zehmetiyên her karî hene. Hêla karê me ya zor jî, ew e ku dema tu nan dipihêtî divê tu tim li ser piyan bî. Lê dîsa jî em pereyan qezenc dikin. Diya min, pîra min nanê tenûrê çê dikirin û niha ez çê dikim. Dixwazim ev edet tim hebe. Naxwazim çanda me winda bibe."