Li Arjantînê bi têkoşîna jinan qedexeya 100 salan radibe 2020-03-02 10:59:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Arjantînê, di encam çalakiyên jinan de Serokdewlet Alberto Fernandez, diyar kir ku ji bo kurtajê ku 100 berê hatibû qedexekirin pêşnûmeqanûnek pêşkêş bike. Li Arjantinê, çalakiyên jinan ên ji bo kurtajê encam dan. Serokdewletê Arjantînê Alberto Fernandez, diyar kir ku ji bo qanûnîbûna kurtajê pêşnûmeqanûnek pêşkêş bike. Fermandez, da zanîn ku kurtaj beriya 100 salan li welatê wî hatiye qedexekirin, lê li gel vê yekê jî hin jin jiyana xwe dikin risqê û li cihên veşartî xwe kurtaj dikin û wiha got: "Di nav 10 rojên pêşiya me de, ji bo destpêka ducanîbûnê kurtaj qanûnî bibe û xizmeta vê yekê bê dayîn  pêşnûmeqanûnek pêşkêş bikim."    Li Arjantînê çalakiyên ji bo vê yekê berdewam dikin. Di sala 2018'an de ji bo 14 hefteyên ducanîbûnê kurtaş qanûnî bibe, pêşnûmeqanûnek hatibû pêşkêşkirin, lê hatibû redkirin. Li Arjantînê tenê ji bo buyerên tecawiz û pirsgirêkên tenduristiyê yên dayikan destûra kurtajê tê dayîn.