Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê hat qedexekirin! 2020-03-02 13:33:46 AMED – Li Erxeniyê şahiya 8’ê Adarê ya jinan ji aliyê qeymeqamiyê e hat qedexekirin. Hevşaredara Erxenî Meryem Yildiz bertek nîşanî biryarê da û got qedexe li dijî şikandina îradeya jinan e.  Şahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya Rêxistina HDP’a Navçeya Erxenî û Şaredariya Erxeniyê dê li dar bixistana ji aliyê Qeymeqamiya Erxeniyê ve hat qedexekirin. Qeymeqamiyê qedexeya şahiyê spartiye biryara qedexeyê ya Walîtiya Amedê ya ji bo çalakî û şahiyan.    ‘EM QEDEXEYÊN WAN NAS NAKIN’    Hevşaredara Erxenî Meryem Yildiz bertek nîşanî biryara qedexekirinê da û got: “Wê qedexe nikaribin me asteng bikin. Em ê ji bo 8’ê Adarê xebatên xwe dewam bikin. Ev qedexe li dijî şikandina îradeya jinan e. Em qedexeyên wan nas nakin. Ez hemû jinên Erxeniyê vedixwînim mitînga 8’ê Adarê ya li Meydana Îstasyona Amedê.”